Giraniya li Îranê; Goştfiroş im, lê hefteyê carekê jî goşt naxwim!

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nirxên madeyên xwarinê zêde bilind bûne, bi awayekî ku zêdebûna nirxan di jor şiyana kirîna piraniya welatiyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de ye.

Li bazara Mewlewî ya Tehran a paytexta Îranê hem bazarî û xwedî dikan û pîşe û hem jî xelk ji giranbûna tiştan gelek bi gazinde ne.

Elî li wê bazarê goştfiroş e, ew dibêje: “Firotina me bûye nîvê berê. Hêza kirîna xelkê zêde kêm bûye. Çi bibêjim? Bi zorê ez dikarim kirêya dikana xwe bidim. Dibe tu bawer neke ku ez goştfiroş im, lê hinek caran di hefteyekê de carekê jî goşt naxum. Ne tenê goşt, nirxê hemû tiştan bilind bûye.”

Welatiyekî din ku navê wî jî Elî ye, xwediyê xwaringehekê ye û dibêje: “Nirx bi awayekî ecêb bilind bûne. Deybî û şîrê toz zêde giran bûne. Cil û berg giran bûne. Bi rastî em ê çi bikin.”

Li gor amarên Sindoqa Diravan a Navdewletî, piştî vekişîna Amerîkayê ji rêkeftina etomî di sala 2018an de û ferzkirina cezayên aborî bi ser wî welatî de, nirxê kel û pel û tiştan salane bi rêjeya ji sedî 30 li Îranê bilind dibe. Welatî rexneyan li siyaseta Amerîkayê digirin, lê bi nerîna wan hikûmeta Îranê jî bo kontrolkirina rewşê karê pêwîst nekiriye.

Mihemned, xwediyê dikana çerezan dibêje, zêdebûna nirxên hin tiştan ti eleqeya wê bi ceza û dorpêçên aborî yên welatên biyanî ve nîne û tekez dike: “Ev fasolî li navxwe tê berhemanîn, çi peywendiya wê bi dorpêçê ve heye? Rast e heqdestê karker û mesrefa berhemanînê bilind bûye, lê bi nerîna min peywendiya bilindbûna nirxan bi dorpêçê ve nîne.”

Bilindbûna nirxê dolar beramberî timen bo asta herî bilind, bi awayekî ku yek dolar bo zêdeyî 33 hezar tumen bilind bûye, nirxê kel û pel û madeyên xorakê jî bilind kiriye.

Mucteba yê nanpêj jî dibêje: “Piştî bilindbûna nirxan, firotina nan zêde bûye. Em rojane nanê zêde amade dikin, ji ber xelk zêde nan dixun û xwarina birinc, makeron, zeyt û ava bacanan kêm bûye.”

Nirxê yek kîlo goşt bi rêjeya ji sedî 50 bilind bûye û bi nêzîkî 140 hezar tumen tê firotin. Nirxê yek kîlo şekir bo nêzîka 30 hezar timen û nirxê yek litre zeyt jî bi 60 hezar tumen tê firotin.