Cotkarên Mûşî ji ber û bereketa îsal hêvîdar in

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana ku îsal barî cotkar hêvîdar in û li bendê ne rekolteya berên reşandine berhemên wan li gorî salên borî zêdetir be.

Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Gun li nav zeviyên çandiniyê geriya û daxuyanî da.

Mehmet Gun bi bîr xist ku Deşta Mûşê di qada çandiniyê de him ji bo herêmê û him jî ji bo Tirkiyê yek ji qadên çandiniyê yên girîng e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Gun got ku bihara îsal baran xweş barî û wiha domand: "Em li bendê ne ku berhema genim û ce îsal zêdetir bi ber bereket be."

Ji cotkaran Ahmet Demir jî diyar kir ku wî par 20 donim zevî kir genim û îsal jî li 40 donimî genim, ce û pincar çandiye û wiha domand: "Ez îsal li bendê me ku dahat ji sedî sed zêde be. Bi saya piştgiriya dewlet dide wê dahata cotkarên me îsal wê zêdetir be."