Bi hatina Cejna Remazanê bazara şêraniyan germ bûye

Hewlêr (Rûdaw) – Di cejnan de yek şêraniyên taybet li Bakurê Kurdistanê beqlawe ye. Cejna Remazanê karê hostayên wê şêraniyê zêde kiriye. 

Di meha Remezanê û rojên cejnan de jî daxwazeke zêde li ser şêraniyê çêdibe. Li Bakurê Kurdistanê gelek şêraniyên taybet têne çêkirin, weke beqlewe, qedayif û kunefe û gelek şêwazên din.

Hostayên çêkirina şêraniyan, van rojan şev û roja xwe dikin yek, ji bo karibin daxwazên welatiyan di dema xwe de bigihînin. 

Li navçeya Qamuşana Qersê jî, hosteyan berhemanîn li gorî demên asayî sê qatan zêde kiriye.

Buhabûnê bandor li nirxê beqlewê jî kiriye û kîloya beqlawê derdora ji sedî 100 biha bûye. Li gorî tiştên ku tevlê dikin nirx jî kêm û zêde dibe. Nirxê kîloyek şêranî di navbera 150 û 450 lîreyên Tirkî de diçe û tê.

Hostayê Beqlaweyê li Qersê Omer Yildiz got: “Em niha beqlaweyan çêdikin. Giraniya me li ser beqlawê ye. Corên wan ên ji fistiq, gûz û gûza hindê hene. Em niha bi qasî ji destê me bê hewil didin daxwazên welatiyan bicihbînin. Kerê me gelekî zêde ye.”

Beqlaweyên corbicor vîtrînên firoşkarên şêraniyan dixemlînin. Cejnê bazara wan geş  kiriye.

Firoşkarê Beqlawekî jî dibêje: “Niha karê me zêdetir bûye. Firotina me baş e. Beqlaweyên me ji kargehê bi germî tên. Em li benda mêhvanên xwe yên rêzdar in.”

Enfilasyon û bihabûnên îsal  bandor li ser nixê beqlawê jî kiriye.  Li gor sala borî nirxê kîloyek beqlawê derdora ji sedî 100 biha bûye.

Niha li gor  kalîte û berhema ku jê tê çêkirin nirxê kîloyek vê şêraniyê di navbera 150  heta 450  lîreyên Tirkî de ye.

Li gor amarên Komaleya Berhemhênerên Şêranî û Beqlweyan li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rojane bi awayekî navendî derdora hezar û 250 ton beqlawe tên berhemanîn.