Benzîn û mazot careke din biha dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Sibe benzîn bi qasî 1,50 lîreyan û mazot jî bi qasî 1,30 lîreyan biha dibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ku bac hatin zêdekirin û lîreyê Tirkî bêqîmet bû, mazot û benzîn her ku diçe bihatir dibin.

Piştî zêdekirina bacê, benzîn û mazot jî çend caran biha bûn.

Di nav hefteyekê de duyemîn car e benzîn û mazot biha dibin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, sibe benzîn bi qasî 1,50 lîreyan û mazot jî bi qasî 1,30 lîreyan biha dibe.

Piştî vê girankirinê bihayê lîtreyeke benzîn û mazotê 44 lîreyan derbas dike.

Benzîn

Bi bihayên nû re, lîtreya benzînê li Stenbolê dibe 43,58 lîre, li Enqereyê dibe 44,29 lîre û li Îzmîrê jî dibe 44,49 lîre.

Mazot

Bihayê lîtreyeke mazotê jî li Stenbolê dibe 43,20 lîre, li Enqereyê dibe 44,01 lîre û li Îzmîrê jî dibe 44,21 lîre.

Li gel bihayên nû, piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê yên 14ê Gulana 2023yan rêjeya bihabûna mazotê ji sedî 100 derbas kir.