Nanê meha Remezanê ji sedî 35 biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Nanpêjan a Tirkiyeyê ragihand ku îsal pîdeyê Remezanê ji sedî 35 biha bûye û dê bi 30 lîreyên Tirkî bê firotin.
Serokê Federasyona Nanpêjan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci îro bihayê nanê meha Remezanê wekî pîdeya Remezanê tê zanîn eşkere kir.
Li gorî diyarkirina Federasyonê îsal pîdeyê Remezanê ji sedî 35 hatiye zêdekirin û nanê 370 gramî dê bi 30 lîreyî bê firotin.
Sala borî pîdeyê Remezanê 340 gram bû û bi 20 lîreyî dihat firotin.
Piştî diyarkirina nirxê nû, pîdeyê 250 gram jî ku sala borî bi 15 lîreyan dihat firotin êdî dê bi 20 lîreyî be.