Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê otomobîlên destê duyem erzan bûne

Amed (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê otomobîlên destê duyem zêdetirî ji sedî 15 erzan bûne.

Di serdema pandemiyê de ji ber destneketina otomobîlên sifir, otomobîlên destê duyem gelekî biha bûn.

Di bazara otomobîlan de bêkontroliyekê dest pê kiribû.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê jî meha tirmehê ji bo normalbûna bazara otomobîlan çend rêkar dabûn ber xwe.

Li gorî wan rêkaran kesên ku ji otomobîla xwe ji bihayê wê zêdetir difirot û firoşkarên ku otomobîl bi erzanî distendin û stok dikirin dibûn sedema bihabûnê bi cezayê bilind ên pereyan hatin sizakirin.

Wan sizayên wezaretê encam da û di piyaseyê de erzaniyek çêbû.

Li aliyeke din berhemanîn û veguhastina otomonîlên sifir jî gihiştin serdema berî pandemiyê û li bazarê otomobîlên sifir zêde bûn.

Vê yekê jî bandor li ser bazara destê duyem kir û erzaniyek çêbû lê hîn jî kesên difiroşin û kesên dikirin jî otomobîlan biha dibînin.

Li bazara otomobîlan ya heftanene her roja yekşemê derdora 400 otomobîlî tên û zêdetirî 100 otomobîlî tên firotin.

Li gorî Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat, bihayê otomobîlên destê duyem ji sedî 15-20 daketiye lê beşek ji kiriyar û firoşkarên bazara Amedê ne di heman fikrê de ne.

Firoşkarê otomobîlan Mihemed Erxenî got, “Bi rastî fiyat gelekî daketiye lê milet bi fiyeteke maqûl nade. Otomobîl ne tên firotin û ne jî tên kirin. Ez wiha dibînim.”

Welatî Mustaga Gok jî got, “Zêr biha dibe, erebê sifir biha dibe ka ez dê çima ya xwe erzan bidim. Kî dibêje biha erzan bûne, derew e.”

Welatî Murat Yurek jî got, “Mehek berê ev otomobîl 330 hezarî bû. Niha fiyet daketiye.”

Di serdema pandemîyê de ji kêmberhemanîn û ji astengiyên li ber veguhastinê otomobîlên sifir li bazara cîhanê û Tirkiyeyê kêm bûbûn ji ber wê jî çend salên dawiyê bihayê otomobîlên bikarhatî gelekî zêde bûbû.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê jî ji bo normalbûna bazarê kontrola li ser piyaseya destê duyem zêde kir.

Welatî Remezan Aslan jî wiha got:

“Rast e biha daketiye lê me biha standiye em nikarin îro erzan bidin. Otomobîla me bi 500î stendiye em nikarin bi 400î bidî. Mecbûr em dê bi 500î bidin.”