DISK: Divê mûçeya kêmane bibe 5 hezar û 200 Lîreyê Tirkî

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger yê Tirkiyê (DISK) pêşniyara xwe ya mûçeya kêmane yê sala 2022an wek 5 hezar û 200 Lîreyê Tirkî  eşkere kir.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger yê Tirkiyê (DISK) derbarê pêşniyara mûçeya kêmane yê sala 2022an daxuyaniyek da.

Seroka Giştî ya Desteya Rêvebirina DISKê Arzu Çerkezoglu di civînê de bo mûçeya kêmane yê 2022an peşniyara xwe wek 5 hezar û 200 lîreyê Tirkî eşkere kir û daxwaz kir ku  mûçeyê malnişînan  yê herî kêm jî bibe  wek mûçeya kêmane.

Seroka Giştî ya Desteya Rêvebirina DISKê Arzu Çerkezoglu  amaje bi wê yekê daku di mijara diyarkirina mûçeya kêmane de helwesteke hevbeş ya rêxistinên kedê girînge û got: “Em dizanin ku bi polîtîkayên hevpar têkoşînkirina bo mûçeya kêmane gelekî girînge. Di vê çarçovê de em careke din eşkere dikin ku em piştevaniya polîtîkayên DISK, TURK-IŞ û HAK-IŞ yên salên borî  ku derbarî mûçeya kêmane de dikin. Em bawerdikin  dê îsal jî hebûna helwesteke hevbeş bi fêde be.

Ev demeke zêdebûna mûçeyê kêmane di rojeva Tirkiyê de ye û ligel sendîka û rêxistinên sivîl partiyên sîyasî jî di vê mijarê de pêşniyarên xwe pêşkêşî raya giştî dikin.

Parlamenter û Serokwekîlê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş derbarê zêdekirina mûçeya kêmane de diyar kir ku heqe zêdebûneke li ser rêjeya enflasyonê bê kirin û got berpirsiyariyeke me ya girînge ew e ku em mûçeya kêmane bînin asteke ku welatiyên me bikaribin bi vî mûçeyê bijîn.