Rêveberiya Xweser: Em rojane 800 ton pembo ji cotkaran werdigrin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser berhema pembo ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê werdigire. Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser Leyla Saroxan ragihand ku ji 5ê meha borî ve proseya wergirtina pembo ji cotkaran dest pê kiriye.

Komkirina pembo li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ji meha borî ve berdewam e.

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Leyla Saroxan ragihandiye ku, ji 05ê Îlona 2022yan ve, proseya kirîna berhema pembo ji cotkaran hatiye destpêkirin û hêj berdewam e.

Leyla Saroxan dibêje, rojane 800 ton pembo ji cotkarên Rojavayê Kurdistanê tê wergirtin û pereyên cotkaran didin wan.

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê nîşan bi wê yekê jî daye ku, fatoreyên pemboyê cotkaran bi awayekî rêkxistî têne dan, bi awayekî ku roja 18-10-2022yan, fatoreyên 23-09-2022yan ji mûsimê îsal, hatin xerckirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê kirîna pembo di mewsima heyî de bi 4 hezar û 300 lîreyên Sûriyê ji bo her kîloyekî diyar kiriye ku di mewsima borî de kirîna pembo bi 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê bû.

Rûbera çandina pembo kêm bûye û sedema vê yekê ew e ku çekdarên girêdayî Tirkiyê rêjeya ava Firatê kêm kiriye û ji ber vê yekê jî îsal hejmareke zêde ya cotkaran pembo neçandin, çimkî pêwîstiya pembo bi avdaneke zêde heye.

Yek ji sedemên din a kembûna pembo, li herêmê pêla germahiyê zirar da mewsima pembo.