‘Boriya hinartina petrolê dê bingeha serxwebûna Kurdistanê bihêz bike’


Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku boriya petrolê ya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de dê bibe sedema “serxwebûna aborî” ya Herêma Kurdistanê. Li gorî şirovkar û karsazên petrolê jî, ew boriya petrolê dê bibe sedema “bihêzbûna axaftina kurdan” di danûstandinên digel Bexdayê de. 

Ajansa Reuters raporek li ser karîgerî û sûd û zirarên boriya petrolê ya ku di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de tê çêkirin û ber bi xilasbûnê ve diçe, belav kiriye. 

Li gorî raporê, hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ye ku ew boriya petrolê ku dirêjahiya wê 281 km e û zêdetirî salekê ye tê kişandin, dê bibe sedema serxwebûna borî ya Herêma Kurdistanê.

Her wiha li gorî ajansê û hinek şirovekar û karsazên petrolê, kişandina boriya hand ê bibe sedema bihêzbûna axaftina kurdan di danûstandinên digel Bexdayê de û dê rola kurdan aktîftir bike lê eger Iraq li ser gefên qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê rijd be û gefên xwe jî cîbicî bike û bûdceya sala 2014an a Iraqê jî bibe 150 milyar dolar wê Herêma Kurdistanê dê dest bi berhemanîna petrolê xwe bike. 

Serokê fermangeha pêwendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa derheqê boriya petrolê de diyar kir ku her çiqas boriya petrolê helwesta kurd bihêz dike lê serxwebûn divê li gorî rastiyan pêk were û wiha got: “Nabe em ji serxwebûna aborî û siyasî werin bêparkirin, em naxwazin Kurdistanê di bin rehma Bexdayê de be. Jixwe rojane gefa kêmkirina bûdcê li me dixwe. Em hêjayî dewletek serbixwe ne lê heta em xwe amade nekin û dewletên deverê jî demokratîk nebin rêka me dê zehmet be ji ber wê jî divê em rastiyan bibînin.”

Li gorî raporê, hinartina petrola Herêma Kurdistanê dê helwesta ya bo serxwebûnê bihêztir bike û sûd û dahata wê jî sûda ku ji Bexdayê werdigire, zêdetir bibe. Jixwe Herêma Kurdistanê ji sala 1991an ve bi sîstemek xweser tê birêvebirin û heta niha gelek caran gefa cihêbûna ji Bexdayê jî xwariye lê ligel vê rewşê hê jî başiya Bexdayê li ser heye çimkî beşek ji bûdceya wê ji Bexdayê tê.

Herêma Kurdistanê kariye bi rêka tankerên veguhestina petrolê, berehmên petrola xwe di rêka Tirkiyê re derbasî bazarên cîhanê bike û ji vê yekê nêzîkî milyarek dolar qezenc kiriye lê dema hinartina petrolê bi rêka boriya nû dest pê bike wê çaxê kurd dê wî pereyî di mehekê de bidest bixin.

Boriya hinartina petrolê ya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê belgeyek din a geşekirina hizra serxwebûna Kurdistanê ye û dibe ku êdî bigihîje wê astê ku pişta xwe bi xwe ve girêbide. Lê helbet ev tenê bes nîne bo bidestanîna serxwebûnê.

Jêderekî ji karûbarên petrola Kurdistanê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ji Reutersê re gotiye ku petrol tenê dibe alîkarek bo serxwebûnê lê bi tena xwe serxwebûnê nahîne ji ber ku serxwebûn di merc û şertên guncaw de pêş dikeve. 

Di beşek din a rapora Reutersê de behsa metirsiyên Washington û Bexdayê hatiye kirin û hatiye gotin ku Washington û Bexda ji wê ditirsin ku ew boriya hinartina petrolê bibe sedema perçebûna Iraqê, ji ber ku parêzgeha Mûsilê jî rêka Herêma Kurdistanê daye pêşiya xwe û bi serê xwe girêbestên petrolê bi şîrketên petrolê re îmze dike. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdana xwe bi Iraqa federal û demokratîk nîşan dide û dibêje, sîstema federalîzm û nebûna otorîterîzmê takerêya pêşîgirtina ji perçebûna Iraqê ye. 

Wezîrê çavkaniyên sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî jî di serdana xwe ya vê mehê de bo Brîtanya gotibû, dabeşkirina hemû dahatên petrolê li gorî destûra Iraqê û serxwebûna aborî ya Kurdistanê pêşiya perçebûna Iraqê digire.

Li gorî raporê, kurd dixwazin destpêkê rojane 150 hezar bermîl bi rêka boriya nû re bişînin derve ku ji bîrên petrolê yên devera Teq Teq a li nêzîkî bajarokê Koyê li parêzgeha Hewlêrê dest pê dike û ji sêkuçka navbera Iraq, Sûriye û Tirkiyê re derbasî nav xaka Tirkiyê dibe. Tê pêşbînîkirin ku heta sala 2015an rojane yek milyon bermîl petrol bi rêka boriya han re were hinartin û asta hinartinê heta sala 2019an jî bigihîje 2 milyon bermîl di rojekê de. 

Siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê Bexda hêrs kiriye ji ber wê jî Bexdayê gefa wê xwariye eger Hewlêr ser projeya boriya hinartina petrolê rijd be û rizamendiya hikûmeta Iraqê wernegire, dê pêwendiyên xwe bi Tirkiyê re qut bike û bûdceya Herêma Kurdistanê jî ku 17%ê bûdceya Iraqê ye, bibirre. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gazinde dikin ku Bexda tenê 11%ê bûdceya giştî didin Herêma Kurdistanê.

Tê çaverêkirin ku bûdceya sala bê ya Iraqê zêde bibe û bigihîje 150 milyar dolar û dê bi hinartina petrolê re hîn zêdetir bibe ev jî dibe sedema wê ku kurd nêrîna xwe biguherînin, çimkî pişka kurdan jî zêde dibe. 

Serokê şîrketa şêwirmendiyê ya bi navê Karoçî li Londonê Şivan Zulal diyar kir ku eger Bexda gefên xwe yên qutkirina bûdceya Herêma Kurdistanê bibe ser wê çaxê kurd jî dê dest bi firotina petrolê bikin bo dabînkirina bûdceya xwe û cîbicîkirina erk û projeyên xwe, ji ber wê jî divê kurd herî kêm rojane 400-500 hezar bemîl petrol derbixin.

Li gorî piraniya pêşbînî û lêkolînan, Herêma Kurdistanê niha dikare rojane zêdetirî 350 hezar bermîl petrol derbixe ku 140 hezar bermîl bo pêwîstiyên navxwe bikar tîne. 

Piraniya petrola Herêma Kurdistanê ji 3 dever û bîran û ji aliyê şîrketên DNO ya Norvecî, Genel Enerjî ya Tirkiyê ve tê derxistin.

Şîrketa Gulf Keystone jî hefteya borî dest bi derxistina petrola Herêma Kurdistanê kir. Şîrketa han rojane 20 hezar bermîl petrol derdixe û pişka wê di nav petrola şîrketên WOL a bulgarî û OMV ya nemsayî de jî heye.

Her wiha di heyama 14 mehên bê de hinek şîrketên din jî dest bi derxistina petrola Herêma Kurdistanê dikin, di demekî de ku hê jî şîrketên mîna Exxon Mobîl, Chevron û Total li petrolê digerin.

Li gorî berpirsekî mezin ê şîrketeke biyanî ya petrolê ku nexwestiye navî wî were eşkerekirin, gotiye derxistina rojane 500 hezar bermîl petrol hêzek mezin dide kurd û wiha axifiye: “Lê ev rêje tenê bo veqetîna ji Bexdayê bes nîne lê destê kurd di danûstandina de bihêz dike.”

Berpirên kurd û Iraqî îsal çend caran li hev civiyan û ragihandin, dixwazin arîşe û nakokiyên xwe çareser bikin lê danûstandin bêencam man.

Şêwirmendekî hikûmeta Iraqê diyar kir ku danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê kêşeya petrolê de xitimîne, ji ber ku kurd bi merc beşdarî hevdîtin û gotûbêjan dibe. Lê li gorî hinek şirovekar û berpiran, niha derfeta dîtina çareseriyê heye. 

Li gorî ajansa Reuters, eger serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bixwaze di hilbijartinên bê yên Iraqê de dîsa xwe bike namzedê serokwezîriyê û kurd pişta wî negirin dê bikeve nav zehmetî û tengaviyan ji ber ku hilbijartin dê di bin siya êrişa çekdarên sunnî û derza navbera hevpeymaniya şîe de birêve biçe. 

Pisporê qanûnên taybet ên petrolê Elî Şellal diyar kir ku kurd karta han bi awayekî jîr di danûstandinên petrolê yên digel Bexdayê de bikar tîne.