Li Soranê hosta û karker bi dest nakevin
Soran (Rûdaw) - Rêkarên ji bo rêgirtina li belavbûna koronayê û herwiha girtina sînorên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bûne sedem ku hejmara hosta û karkeran li Başûrê Kurdistanê kêm bibe û ji ber wê yekê hevsengiya di navbera kar û karker de têk çûye, lewma heqdestê rojane yê hosta û karkeran bilind bûye.
Berî girtina sînoran tenê li devera Soranê her roj 1000 karkerên Rojhilatê Kurdistanê kar dikirin, lê niha xwedî kar divê nobetê bigrin heta ku hostayek karê wan bike.
Xwediyê bînayekê dibêje, wî 30 rojan nobet girtiye heta ku hostayeke kaşiyan peyda bike.
Mîrxan Şukrî hostayekî kaşiyan e li qezaya Soranê û ji Rûdawê re dibêje, salên berê kar zêde bû lê belê nirxê wê û heqdest bi qasekî erzan bû ku wan nedikarî kar bikin. Mîrxan dibêje: “Ji ber ku hostayên Îranî metra kaşiyan bi 1500 dînarî lêdidan, hostayên Iraqî ji ber wan nedikarîn kar bikin, lê niha ku sînor girtî ne, lêdana kaşiyan bo her metrekê bûye 5000 dînar û kar jî baş e.”
Gelek welatî dest bi avakirina xaniyan kirine û niha bi meh nobeta hosta digirin. Hemwelatiyek bi navê Endam Cebar dibêje: “Li gor salên bihorî, hostayên Îranî nemane û yên me bi xwe jî hejmara wan kêm e. Ji bilî xaniyê min, mizgefta tenişt mala min jî zêdetirî mehekê ye ku ji ber nebûna hosta, karkirina têde rawestiyaye.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2019 bi mercê bîmekirina karkerên biyanî û hebûna karta nişîngehê (îqame), karkirina li herêmê ji bo karkerên biyanî zehmet kir, lê belê tevî wan mercan jî, beriya girtina sînoran, tenê li sînorê qezaya Soranê, 1000 karkerên Rojhilatê Kurdistanê rojane kar dikirin.
Rêveberê Bîmeya Civakî ya Soranê, Hejar Yûnis amaje bi rêjeya zêde ya karkerên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê Soranê dike û dibêje: “Du cor karkerên biyanî hene, beşek ji wan kara wan a nişîngehê hebû û beşek jî bi vîzeya mehane hatibûn, ku hejmara wan nêzîkî 1000 karker dibû. Ewên ku kartên nişîngehê hebûn, hejmarek kêm vegeriyane û ewên bi vîzeyê hatibûn jî, hemû vegeriyane.”