Exxon Mobil û BP karmendên xwe ji Iraqê dikişînin

Hewlêr (Rûdaw)- Ji ber rewşa xirab a ewlekariyê li Iraqê û kontrolkirina çend bajar û navçeyan ji aliyê çekdarên DAÎŞ û çend grûpên Sune de, kompaniyên mezin ên petrolê karmendên xwe ji Iraqê dikişînin.

Ajansa Reutersê li ser zarê serokê kompanya Petrola Başûr a Iraqê Ziyaa Ceifer belav kiriye ku kompanya Exxon Mobil hejmarek mezin ji karmendên xwe li Iraqê kişandine.

Ziyaa Ceifer dibêje ku kompanya BP a berîtanî jî 20% ji karmendên xwe li Iraqê kişandine.

Heta niha her du kompaniyan derbarê vê yekê de ti daxuyanî nedane.

Ceifer diyar dike ku kişandin û kêmkirina karmendan “ne peyameke başe” ji bo Iraqê û ji karmendên kompaniyên petrolê xwest ku li cihê karên xwe bimînin.

Bi gotina Ceifer, rewşa niha li Iraqê wê bandorê li ser hinartina petrolê li başûrê Iraqê û dibêje ku ewê di vê de rojane 2.7 milyon bermîl petrol bişînin derve.