Hong Kongî xwaringeh û kafeyên Çînî boykot dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hong Kongê tevî berdewambûna xwepêşandanên li dijî yasaya radestkirina tohmetbaran ji bo Çînê, niha xelkê wî welatî boykota xwaringeh û dikanên Çînî dikin.

Li bazarên Hong Kongê, xelkê herêmê, li dijî destwerdana Çînê di karûbarên navxwe ‎yên herêma xwe de, xwaringeh û dikanên Çînî boykot kirine. Dikanên Çîn û Hong Kongiyan bi rêya reng ‎tên naskirin.‎

Derbarê vê yekê de dikandar Benton Cheung dibêje: “Dema diçin derve bo firavînê diçin derve, yan jî herwiha diçin derve bo xwarineke asayî ligel ‎hevalên xwe, wek piraniya xelkê, wek piraniya me, tên vê derê, temaşe dikin bizanin, rengê ‎xwaringehan zer e yan şîn, wê demê wan dinasin û bo me derdikeve ka piştîvaniya kîjan dikan an ‎xweringehan bikin.”‎

Rengê zer, wate piştîvanê xwepêşanderan e. Hong Kongî di wê baweriyê de ne ku bi vê rêyê dikarin ‎hevkariya xwepêşanderan bikin, herwiha rê jî nade pereyên wan ji herêma wan derkevin derve.‎

Jimêryar Nakata Law jî got: “Bi hizra xelkê, eger bazinê me yê aboriya Hong Kongê nebe, wê demê nikarin piştîvaniyê li ‎berdewambûna xwepêşandanan bikin.”‎

Vê biryara Hong Kongiyan a boykotkirina wan xwaringeh û kafeyên ku piştgiriya xwepêşandanan nakin, ‎an jî Çînî ne bandoreke zêde li bazarê kiriye. Hinek ji xwediyên dikan an kafeyan vê biryarê ‎nedadperwerî binav dikin.‎

Derbarê mijarê de xwediyê kafeyê Martin Khan jî wiha axivî: “Bi rastî ne dadperwerî ye, bêyî ti hincetekê, tenê li ser bingehê rengan difikirin, bi rastî vê bandor li ‎karê bazirganî kiriye, ev jî bo niha hevkariya Hong Kongê nake.”‎

Ev biryara Hong Kongiyan a boykotkirina xwaringeh û dikanên Çînî di demekê de ye ku ji meha Hezîrana ‎îsal ve li Hong Kongê xwepêşandan dijî yasaya radestkirina tohmetbaran bo Çînê destpê kiriye û heta ‎niha berdewam in, herwiha daxwazên xwepêşanderan jî zêdetir bûne.‎