Dolar gihişt 34,5 lîreyan
Hewlêr (Rûdaw) - Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî gihişt nêzikî 34,5 lîreyan.
Lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî roj bi roj bêqîmettir dibe.
Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.
Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 34,49 lîreyan. Euro jî bi 36,36 lîreyên Tirkî ye.
Roja înê dolarekî Amerîkî bi 34,41 û euro jî bi 36,32 lîreyan dihat firotin.
Banka Navendî ya Tirkiyeyê dê 21ê Çiriya Pêşîn biryara xwe ya derbarê faîza bankê de eşkere bike û tê pêşbînîkirin ku rêjeya faîzê careke din wekî ji sedî 50 bimîne.