Li Dêra Zehferanê berhema zeytûnan ji sedî 100 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Zeytûnên ku cureya wan hat parastin û li baxçeyê Dêra Zehferanê ya li Mêrdînê hatin çandin, îsal bi ber û bereket in.

Dêra Zehferanê ku ji sedsala 18em heta îro li ser piya maye 4 kîlometre dûrî bajêrê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Li baxçeyê Dêra Zehferanê yê 350 donimî ku lê darên zeytûnan hatine çandin dest bi komkirina zeytûnan hat kirin.

Ew darzeytûn 16 berî niha hatine çandin.

Akademîsyenê li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Îshak Bayyigit got:

“Berhem û kalîteya zeytûnan baş bûye.  Par ji baxçeyê dêrê 22 ton zeytûn berhem hat lê îsal dê 50 ton zeytûn berhem bê. Herwiha ji aliyê kalîteyê ve jî baş bûye."

Akademîsyen Abdullah Eren jî diyar kir ku bi saya pişkînînên axê û tevgera zanistî karîne berhema zeytûnan du qat zêde bikin.

Akademîsyenê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Doç. Dr. Abdullah Eren got:

"Yek ji tiştên herî girîng ê ku bê kirin pişkînîna axê ye. Piştre jî li gorî guherîna keşûhewayê avdanî û tiştên din ên pêwîst hene.

Piştre me nîşanî hevalan kir ku divê li gorî demsalê kengê çi bidin daran. Wekî hûn dibînin me karî berhema xwe du qat zêde bikin.”

Li baxçeyê Dêra Zehferanê ku sedsala 5emîn hatiye avakirin ji 6 hezar dar 30 cor zeytûn tên berhemanîn.

Beşek ji zeytûnên tên berhemanîn wekî xwarin û yên din jî wek zeyt bi markeya "DZehferan" têne firotin.

 Beşek ji zeytê bo bikaranîna merasîmên olî ji dêrên din ên Bakurê Kurdistanê re tê şandin.