Dolar 28 lîre derbas kir: Rekora nû ye

Hewlêr (Rûdaw) - Lîreyê Tirkî her ku diçe li beramberî diravên biyanî bihayê xwe ji dest dide.

Îro dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û gihişt 28 lîreyan.

Şerê li Xezeyê bandor li bazarên cîhanê jî kir û bihayê dolar, zêr û petrolê bilind bû.

Îro vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re, lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişte 28 lîreyan û euro jî gihişte 29,66 lîreyan.

Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê ku serê vê mehe hat eşkerekirin, heta dawiya sala 2023yan dolar li hemberî lîreyê Tirkî digihe 30 lîreyî.