Çaremîn lûtkeya hilberîn û bazirganî ya Iraq-Tirkiye li Mêrsînê birêve diçe

Mêrsîn (Rûdaw) - Çaremîn lûtkeya Hilberîn û Bazirganî ya Iraq-Tirkiyê li bajarê Mêrsînê  yê Tirkiyê destpê kir û dê heya 20ê Îlonê berdewam be.Hejmareke zêde ya karsazên Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê di lûtkeyê de amade bûn. Armanca lûtkeyê di mavbera karsaz û hilberînerên Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê de avakirina pireke aboriyê ye.

Wezîrê Herêma Kurdistanê yê ji bo Karûbarên Pêkhateyan, Aydin Maruf di lûtkeyê de gotarek pêşkêş kir û destnîşan kir ku ew weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ji bo pêşxistina bazirganiyê girîngiyeke taybet bê dayîn.

Parêzgarê Duhokê yek ji rayedarên Herêma Kurdistanê ku di lîtkeyê de beşdar in, ji Rûdawê  re diyar kir ku şert û merc ji bo hilberînê li Başûrê Kurdistanê guncaw in û ew amade ne ji bo hilberîneran her cure asankariyê bikin.

Parêzgarê Silêmaniyê jî nîşan bi girîngî û rola Herêma Kurdistanê da, ku di wê hevkêşiyê de kiriye.

Karsazên Tirkiyê jî dibêjin tu astengî û rêgirî li pêşiya karsaz û sermayedarên herdu aliyan de nîn in û ew bi asanî dikarin gavan bavêjin.

Endameke Komîteya Birêvebirina Komeleya Karsaz û Pîşesazên Iraq-Tirkiyê li Mêrsînê, di bulteneke Rûdawê de, da zanîn ku ew girîng dibînin karsazên herdu welatan, hem li Tirkiyê û hem li Iraqê sermayeguzariyê bikin.

Hava Arselan, Endama Komîteya Birêvebirina Komeleya Karsaz û Pîşesazên Iraq-Tirkiyê li Mêrsînê jî ragihand:“Çima hûn nayên vê derê sermayegûzariyê nakin. Yan jî çima em nayên wê derê sermayegûzariyê nakin. Ti rêgirî li pêşiya vê yekê nîne. Tenê divê em hevdu nas bikin û gavan bavêjin. Em weke welat û karsaz, gelek dixwazin ku bêne wê derê û sermayegûzariyê bikin.“

Dema mirov lûtkeyên salên bihurî bi vê lûtkeyê re berawerd bike, îcar beşdariyeke zêde ya karsaz û hilberînerên Iraqî li ber çavan dikeve. Nexasim jî beşdariya karsazên ji bajarên Bexda, Besra û Mûsilê...

Lûtkeya aboriyê dê 3 rojên din jî berdewam bike. Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsera medyayî ya lûtkeyê ye.