Baxçeyên qeysiyan ji karkerên demsale re bû hêvî
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê ku ji sedî 85ê qeysiyên hişkirî yên cîhanê lê tê amadekirin, karkerên demsale ligel germahiyê li baxçeyan dixebitin.
Li Bakurê Kurdistanê Tirkiyê 17 milyon darên qeysiyan hene û ji wan 8 milyon dar li Meletiyê ne ji ber vê jî wekî "paytexta qeysiyên cîhanê" tê zanîn. Li bajêr 50 hezar malbat debara xwe bi qeysiyan dikin.
Piştî "peqlaweya Dîlokl" qeysiyên Meletî jî li Yekîtiya Ewropayê wekî sembola taybet hatibû tomakirin, par ji Meletiyê 99 hezar û 666 ton qeysiyên hişkirî bo 110 welatan hatin hinardekirin û jê 253 milyon û 500 hezar dolar dahat qezenc kirin.
Baxçeyên qeysiyan ji bo aboriya bajêr cihekê xwe yên girîng hene û ji bo karkerên demsale dibe rêya debarê.
Merve Dogan a bi malbata xwe re ji bajarê Semsûrê çûye Meletî ku li baxçeyan dixebite dibêje ku di pola dawîn a lîseyê de dixwîne ji bo xerciyên xwe dixebite.
Merve Dogan destnîşan kir ku dersên wê baş in û wiha axivî: "Ez li vê derê jî xebatên xwe didomînim. Ezmûnên min kêmzêde 86 e. Ez dixwazim beşa tipê bixwînim û bibin bijîşk.”
Muhammet Kahraman ê karker jî diyar kir ku berê di sektora geştyariyê de dixebitî lêbelê ji ber vîrusa kronayê çûye komkirina qeysiyan.
Kahraman got ku li mala xwediyê baxçe dimînin û wiha pê de çû: "Ez dê mehekê şûnda herim leşkeriyê, ji bo ji malbata xwe re nebim barê giran li vê derê mesrefa xwe derdixim. Li vê derê tişta ku me diwestîne germahiya hewayê ye. Di binê germahiya 40 pileyî de xebat gelek zor e.”
Halîl Ozcan jî got ku di kerta çandiniyê de xebatên xwe ligel zor û zehmetiyê didomînin û got: “Em di şertên dijwar de dixebitin. Malbata me ji 6 kesan pêk tê. Malbatên din ji 4-5 kesan pêk tên. Em sibê zû radibin qeysiyan kom dikin. Piştî taştê jî dîsa diçin komkirina qeysiyan. Em hin caran di saet 05.30 de radibin. Xebata di bin germahiya 40 pileyî de gelek zehmet e.”