Mezintirîn kargeha berhemanîna Hesin li Hewlêrê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û hejmarek rayedarên din ên hikûmetê, îro Sêşemê 18ê Gulanê mezintirîn kargeha berhemanîna Hesin li Hewlêrê ya bi navê MED STEEL hat vekirin. Kargeha navborî li ser rûberê 252 donimên zevî hatiye avakirin û 700 derfetên kar peyda kirine.

MED STEEL, yek ji kargehên herî pêşkeftî ye li ser astê Iraq û Herêma Kurdistanê, û li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo avakirina kargehê 100 milyon dolar hatiye xerckirin û her sal dikare 350 hezar ton şîş û hesin berhem bîne.

Di nava kargehê de hin kargehên din ên biçûk hene ku 24 demjimêran kar dikin, weke:

- Kargeha berhemanîna elektrîkê ku dikare 52 Mega Wat elektrîkê berhem bîne.

- Kargeha pakkirina dûkela helandina Hesin ku rola resaykilînê dibîne û maddeyekê jê çêdike ku ji bo çêkirina madeyên tendirustî û makyajê sûd jê tê wergirtin.

- Kargeha parzûnkirina neftê û depokirina wê.

- Kargeha pakkirina xurdeyên otomobîlan û teqemeniyan ku paşê dikarin weke Hesin sûdê jê bibînin.

Li gorî şopandina programa (Made In Kurdistan)  a Tora Medyayî ya Rûdawê, Iraqê her meh pêdivî bi yek milyon ton Hesin heye lê tenê 350 hezar tonan berhem tîne û  650 hezar tonên din hawirde dike ku jî ji bo hawirdekirina wê rêjeya Hesin jî Iraq her meh 480 milyon dolaran xerc dike.