Hewlêr û Bexda li ser gumrik û deriyên sînorî li ser 9 xalan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Iraqê neh biryar li ser xalên gumrikê yên navbera parêzgehan û yekxistina pênaseya gumrika navbera hikûmeta federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derxist.

 

Biryara ku îmzeya Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê yê bi Wekalet Mehdî Ellaq li ser e, amaje bi wê yekê dike ku rêkxistina pênaseya gumrika navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gor vê rêkeftinê dibe ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.

 

Di biryarê de hatiye ku "birêvebirina hemû deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, ji aliyê Desteya Deriyên Sînorî ya Iraqê ve dibe, li gor yasaya Desteya Deriyên Sînorî hejmara 30 ya sala 2016an, bi awayekî ku pişt bi wan fermanberan were girêdan ku niştecihên Herêma Kurdistanê ne û xwedî şarezayî û pisporî ne di warên xwe de û li ser Desteya Deriyên Sînorî kar dikin.”

 

Li gor rêkeftinê, biryar hatiye dayîn ku xalên gumrikê yên navbera parêzgehan werin rakirin, ku di serdema Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî de piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hatibûn danîn.

 

Herwiha di biryarê de hatiye ku "xalên çavdêrî û hûrbînî yên gumrikê ku li deverên Fayde û Şêrawe li bakurê Kerkûkê û li Leylan li rojhilatê Kerkûkê hene, werin rakirin".