Firotina xaniyan zêde bûye lê li Colemêrg û Erdexanê kêm bûye!

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlonê li gorî heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 37,3 zêde bûye.

Herî kêm li parêzgehên Colemêrg û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên firotina avahiyan ên meha Îlona 2024an eşkere kirin.

Li gorî amarên TUÎKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Îlonê li gorî heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedî 37,3 zêde bûye û 140 hezar û 919 xanî hatine firotin.

Her wiha di 9 mehên destpêkê yên sala 2024an de li gorî heman mehên sala 2023yan firotina xaniyan ji sedî 5,2 zêde bûye û 947 hezar û 236 xanî hatine firotin.

Herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyeyê û herî kêm jî li parêzgehên Colemêrg û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Li Stenbolê meha Îlonê 21 hezar û 314 xanî hatine firotin, li Enqereyê 13 hezar û 205 û li Îzmîrê 7 hezar û 612 xanî hatine firotin.

Li Colemêrgê meha Îlonê tenê 74 û li Erdexanê 82 xanî hatine firotin.

Biyaniyan îsal çend xanî kirîn?

Meha Îlonê rêjeya xaniyên ku li welatiyên biyanî hatine firotin li gorî heman meha sala borî ji sedî 31 kêm bûye û 2 hezar û 22 xanî ji bo biyaniyan hatine firotin.

Welatiyên biyanî herî zêde li Stenbol, Antalya û Mêrsînê xanî kirîne.

Biyaniyan li Stenbolê 783, li Antalyayê 548 û li Mêrsînê 210 xanî kirîne.

Welatiyên Rûsyayê bi kirîna 346 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi kirîna 163 xaniyan duyemîn û welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi kirîna 139 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.