Morgan Stanleyê pêşbîniya xwe eşkere kir: Dolar dê bibe çi qas?

Hewlêr (Rûdaw) - Morgan Stanleyê ragihand, dibe ku dolar heta salekê bigihêje 39 lîreyan.

Bankaya veberhênanê ya Amerîkayê Morgan Stanleyê pêşbîniya xwe ya dolar û lîreyê Tirkî eşkere kir.

Li gorî Morgan Stanleyê, dibe ku dolarek heta nîvê sala 2025an bibe 39 lîreyên Tirkî.

Îro halê hazir dolarekî Amerîkî li bazarê bi 32,72 lîreyan e.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê jî vê hefteyê pêşbîniya xwe ya dolar a piştî salekê ragihandibû.

Li gorî pêşbîniya Banka Navendî, dolar dê heta salekê bibe 41,41 lîre.