Şandeke Herêma Pîşesazî ya Amedê serdana Hewlêrê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (OSB) û Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (TSO) ji bo ku beşdarî di 11. Pêşangeha Navdewletî ya Keresteyên Avahîsazî û Jêrxanîsaziyê ya Hewlêrê de bikin, amadekariya xwe dike.

 

Biryar e di rojên 22 – 25 ê Nîsanê de 11. Pêşangeha Navdewletî ya Keresteyên Avahîsazî û Jêrxanîsaziyê ya Hewlêrê dest pê bike û şandeke pîşesazên Amed a Bakurê Kurdistanê jî beşdarî vê pêşangehê dibe.

 

Di wê pêşangehê de dê kargeh û pîşegerên ji 17 welatên cîhanê û 12 hezar kesên pîşeger, xwedî kargeh û bazirgan beşdarî di 11. Pêşangeha Navdewletî ya Keresteyên Avahîsazî û Jêrxanîsaziyê ya Hewlêrê de bikin.

 

Beşek ji kargeh û fîrmayên Herêma Pîşesaziya Amedê ji bo ku di dema xwe de standên xwe li pêşangehê danin, kelûpel û keresteyên pêwîst bi rêya bejayî dişînin Hewlêrê û biryar e xebatkar û personelên profesyonel ên wan kargehan jî roja Înê 19ê Nîsanê bigihin Hewlêrê.

 

Tevî şanda Herêma Pîşesaziya Amedê, dê şandeke ji Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê (TSO) û Ajansa Geşepêdana Qerejdaxê jî beşdarî pêşangeha Hewlêrê dibin û dê daxwaz ji sermayedar û veberhênerên biyanî bikin ku li Amedê hilberînê bikin.

 

Serokê Desteya Rêveber a OSB a Amedê, Aziz Odabaşî ragihand, di pêvejoyeke 4-5 salî ya bê hilbijartin de, ew dixwazin ku dest bi kempîneke geşepêdana aborî bikin.

 

Aziz Odabaşî da xuyakirin ku wan ji bo beşdariya di 11. Pêşangeha Navdewletî ya Keresteyên Avahîsazî û Jêrxanîsaziyê ya Hewlêrê de û ji bo bazirganiyeke bihêztir, amadekariyên xwe bi dawî kirine.

 

Odabaşî herwiha diayr kir ku 15 fîrma û kargehên pîşesazî yên ji Herêma Pîşesaziya Amedê tevlî pêşangeha Hewlêrê dibin.

 

Di sala 2014ê de 10. Pêşangeha Navdewletî ya Bînasaziyê ya Hewlêrê hatibû lidarxistin û têde 390 fîrma û kargehên navxweyî û cîhanî beşdar bûbûn ku 149 ji wan kargehan ji Tirkiyê bûn. Herwiha 25 hezar kesan serdana wê pêşangehê kiribûn.