Li Amedê bazara otomobîlên destê duyem geş bûye

Amed (Rûdaw) - Qeyrana aborî, bilindbûna nirxê dolar û euroyê, kêmkirina kotaya otomobîlên nû yên kompaniyên Tirkiyeyê û herwisa baca OTVyê di 2 salan de ji xwe nirxê otomotîvê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê % 110 zêdetir kiribû, lê ji serê salê ve heta îro jî nirxên otomobîlan di navbera % 12 heta % 15 zêdetir bûye.

Ji ber bilindbûna nirxên otomobîlên nû, niha li Amedê bazara otomobîlên destê du geş bûye. Li wê bazarê rojên Yekşemê kiryar û firoşkaran li hev dicivîne.

Firoşkaran otomobîlên xwe yên firotinê dîsa derxistine bazarê; lê nirxên wan li gor mehek berê jî % 25 zêdetir bûye û kiryar ji vê yekê bi gazinc in. Otomobîla ku hefteyek berê heman rojê li vî bazarê  bi 100 hezar lîre nehatibû firotin piştî hefteyek niha bi 110 hezar lîreyan derketiye bazarê.

Hecî Subhî welatiyekî Amedê ye ku dixwaze otomobîlekê bikire, lê ji nirxê wan bi gazinde ye

Hecî Subhî ji Rûdawê re got: “Nirxê erebeyan gelek zêde bûye û em nikarin bikirin, ev mehek e ez digerim nikarim bikirim; lê heke berî mehekê min bikiriya niha 10 hezar lîre kara min tê de çêdibû.”

Egît Ûymaz bikirekî din ê otomobîlê ye, ew jî dibêje: “Di şefeqa serê sibê de em digerin nabînin, nîne erebeyên destê didoyan di nirxên erebeyên nû de ne.”

Fûat Gultekîn jî dibêje: “Nayê kirîn, tu îro erebeya xwe bifiroşî, sibê nikarî erebeyek wek wê bibînî.”

Qeyrana aborî, bilindbûna Dolar û Ewroyê, kêmkirina kotaya otomobîlên nû yên kompaniyên Tirkiyeyê û herwisa baca OTVyê di 2 salan de ji xwe nirxê otomotîvê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê % 110 zêdetir kiribû, lê ji serê salê heta îro jî nirxên trimbilan % 12-15 zêdetir bûye.

Berpirsê Jûra Ototmobîlfiroşên Amedê, Musrafa Baydemîr jî derbarê giranbûna nirxê otomobîlan li Amedê ji Rûdawê re diyar kir: “Bac zêde bûn hem OTV hem jî KDV; herwiha teşwîqa xurde jî dema wê derbas bû, ji ber qeyrana aborî îsal kompaniyên otomobîlan a navdewletî kotaya Tirkiyeyê ya kişandina mal kêmtir kirin û niha li plazayên erebeyê sifir otomobîl nînin; ev hemû sedem in ku îro bazara destê didûyan geş bûye; hikumeta Tirkiyeyê dikare berî lê bigire; heke Serokomarê Tirkiye bacê kêm bike, dê nirxên otomobîlan jî kêm bibin.”

 Li gelek plazayên kompaniyên wek Volkswagan, Renault, Pevgeot û Toyotayê ji bo kirînê  trimbêl nayêne peyda kirin û vê yekê daxwaza destê didoyan zêdetir kiriye; ango nirx zêde bûne lê kirîn û firotin jî bi xwe re zêde kiriye

Salih Ozguven ku firoşkarên otomobîlan e, dibêje: “Salek berê min vê otomobîlê bi 25- 30 hezar lîreyan difrot niha ez jê re 46 hezar lîre dixwazim.”

Firoşkar, Mihemed Karagoz jî tekez dike: “Erebe roj bi roj prîm dikin; lê em jî dema otomobîlek bifroşin êdî nema dikarin bi wê nirxê otomobîlek di heman standartê de bixin şûna wê.”

Pispor pêşbînî dikin ku ev bilindbûn wê heta 3 mehan jî wiha berdewam bike, heke wiha berdewam be divê hikumeta Tirkiyeyê demildest bacên ser otomobîlan kêm bike, lewre otomobîleke 2 silîndir a 100 hezar lîreyê bê bac 32 hezar lîrey e;  ango 67 hezar lîre  baca OTV û KDVê li ser e.