Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot dîsa biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazor îro careke din biha bû.
Her ku lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide, wekî gelek kelûpelên din mazot, gaz û benzîn jî biha dibin.
Mazot şevê din ji nîvê şevê û pê ve careke din biqasî lîreyek û 14 quruşan biha bû.
Lîtreya mazotê 13ê vê mehê lîreyek û 64 quruşan erzan bûbû lê piştî çar rojan dîsa biha bû.
Piştî vê giranbûnê dê li hinek bajaran bihayê benzîn û motorînê wiha be:
Stenbol
Lîtreya motorînê: 37,56 lîre
Lîtreya benzînê: 34,55 lîre
Enqere
Lîtreya motorînê: 38,14 lîre
Lîtreya benzînê: 35,2 lîre
Îzmîr
Lîtreya motorînê: 38,32 lîre
Lîtreya benzînê: 35,31 lîre