Bajarên herî hejar li Bakurê Kurdistanê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên BDDKyê, bajarên herî dewlemend ên Tirkiyeyê ne û yên herî hejar û xizan jî yên Bakurê Kurdistanê ne.
Lijneya Sererastkirin û Pişkînînê ya Bankayan (BDDK) a Tirkiyeyê amarên pereyên li bankayan ên li her bajarekî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kirin.
Li gorî amaran, Stenbol bi 6 trîlyon û 837 milyar û 854 hezar lîreyan ku dike nêzîkî 200 milyar dolarî bajarê herî dewlemend e.
Enqere bi 2 trîlyon û 60 milyar û 520 milyon lireyan ku dike nêzîkî 60 milyar dolarî bajarê duyemîn û Îzmîr bi 848 milyar û 34 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 25 milyar dolaran sêyemîn bajarê dewlemend e.
Piraniya bajarên hejar û xizan bajarên wekî Erdexan, Kilîs, Colemêrg, Sêrt, Mûş, Bêdlîs, Dêrsîm, Îdir û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê ne.
Erdexan bi 4 milyar û 702 milyon lîre pereyên li bankayan ku dike nêzîkî 137 milyon dolaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê herî hejar û xizan e.
Piştî Erdexanê bi 5 milyar û 347 milyon lîreyan ku dike nêzîkî 157 milyon dolaran Kilîs duyemîn bajarê herî xizan e û Colemêrg bi 6 milyar û 22 milyon lîreyan ku dike 176 milyon dolar sêyemîn bajarê herî xizan e.