Hewlêr (Rûdaw) – Osman Mele Resûl ev 15 sal in mêşên hingîvê xwedî dike. Debara jiyana wî jî li ser berhemanîn û firotina hingîv e. Ew dibêje, “Hingîva min têra jiyana min dike û pêwistiya min bi pereyên hikûmetê nîne.”
Osman Mele Resûlê ji gundê Piştaşan a ser bi nahyeya Navdeşt a Silêmaniyê ye. Ew xwedanê 500 şaneyên gingîvê (pilûre) ye ku salane nêzîkê 4 çar ton hingîvê bidest dixe.
Ji bo şekir nekeve nav hingîva wî, bikirên xwe jidest nede û pereyek baş bidest bixe, her sal kewarên mêşê xwe dibe zozanan.
Osman dibêje, ew hingîva ku mêş bixwe şaneyên wê çêdikin kîlo bi 45 hezar dînaran (36 dolar) e û hingîva ku bi şemeyan û dest şaneyên wê çêdibin jî bi 25 hezaran (20 dolar) e.
Piraniya nîştecîhên gundê Piştaşanê weke Osman mêşan xwedî dikin. Zêdetirê 10 hezar kewarên mêşan di gund de hene. Ji ber vê yekê gundê wan bûye weke bazark biçûk ê hingîvê.
Osman dibêje hersal hingîvfiroşên Iraqê têne gundê wan û hingîvê ji wan dikirin. Di payîzê de 2 şane hingîv 1800 hezar dînar e lê di werzê baharê de tenê şaneyek 125 hezar dînar e.
Herêma Kurdistanê hezar û 350 ton hingîv serf dike
Derbarê berhemanîna hingîvê de amarên bi hûrgûlî di destê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê de nînin. Lê li gorî datayan pêşbînî tê kirin ku nêzîkê 10 hezar mêşvan û 350 heta 500 hezar kewarên hingîvê li Başûrê Kurdistanê hene. Salane ji van kewaran 650 heta 850 ton hingîv tê berhemanîn lê ev rêje têra pêwîstiyên navxwe nake.
Li gor Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê pêwîstiya Herêma Kurdistanê her sal bi hezar û 350 ton hingîvê heye. Wate hingîva xwemalî tenê têra ji sedî 60ê pêwîstiyên navxwe dike.
Serokê Komîsyona Destnîşankirin û Dabînkirina Pêwîstiyên Hingîvê Dr Ebdurrehîm Omer Mistefa dibêje, “Çend saleke serjimêriyek tekûz ji bo diyarkirina hejmara xwedîkerên mêşên hingîvê û kewaran nehatiye kirin. Lê li gorî datayên di destê me de, li Başûrê Kurdistanê nêzîkê 10 hezar mêşanvan û 350 heta 500 hezar kewarên hingîvê hene.”
Dr. Ebdurrehîm Omer Mistefa ku doktoraya wî ya taybet li ser xwedîkirin û parastina mêşan ji nexweşiyan heye, destnîşan dike ku hê jî xwedîkirina mêşan li Kurdistanê nebûye pişeyek, lewma jî ji nav 10 mêşvanan, tenê 100 ji wan pisporên karê xwe ne.
Her çend mêşvanî li Kurdistanêş neketibe jî, rêjeya berhemanîna hingîvê li Başûrê Kurdistanê bi hewlên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, her diçe zêde dibe.
Di sal 2001ê de tenê 151 hezar kewar hebûn lê di sala 2013ê de ev hejmar gihiştiye 250 hezaran û niha jî zêdetirî 350 hezar kewar hene.
Li Herêma Kurdistanê çend komele û rêxistinên mêşvanan hene ku di bin vanê Tora Komeleya Mêşvanên Kurdistanê de xwe birêxistin kirine û dixwazin pirsgirêkên mêşvanan çareser bikin û li ser vê yekê li gel berpirsan danûstandinan bikin.
Serokê Tora Komeleya Mêşvanên Kurdistanê Arif Ebdullah jî dibêje ku li Herêma Kurdistanê her sal 650 ta 800 ton hingîv tê berhemanîn lê eger rewşa hewayê û ewlekariyê baş be, ev rêje li herêmên sînor zêdetir dibe.
Ebdullah dibêje rewşa hewaya Kurdistanê guncayî ye ji bo xwedîkirina mêşên hingîvê. Eger derfet bên dayîn dikarin hejmara kewaran bikin milyonek, hingîva tê berhemanîn têra Kurdistanê û herwiha hinarde jî bikin.
Nirxê hingîv nakeve
Bi tevê krîza darayî nirxê hingîvê herweke xwe ye. Bi taybet hingîvê xwemalî pir bi nirx e. Firoşkarê hingîvê Mihemed Seîd jî dibêje tam û çêja hinxvînê xwemalî li gel yên derve nayê berawirdkirin.
Ew dibêje bi tevê ku nirxê hingîvê xwemalî giran e jî, daxwazên wê zêdetir in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse