Îsal zebeşên Amedê mane erdê!
Amed (Rûdaw) – Zebeşên Amedê ku li Tirkiye û cîhanê bi navûdeng in, ji ber erzaniyê nayê firotin. Cotkar jî ji vê rewş dilgiran in û daxwaza alîkariyê ji hikûmetê dikin.
Îsal bazara zebeşên Amedê baş nîne û nirxa wan pir kêm e lewma cotkar nikarin berehmên xwe bifroşin.
Hinek cotkar pir nerazî ne û wisa li wan hatiye ku bi stran û kilaman hêrs û nerazîbûna xwe nîşan didin…
Li gorî ku cotkar dibêjin, giraniya zebeşekê beriya niha digihîşt 70 kg lê niha ya herî mezin 50 kg e…