Li Reqayê ji bo veguhestina genim hin biryar hatin dan

Hewlêr (Rûdaw) -Desteya Serokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Sivîl a Reqayê derbarê amadekariyên veguhestina genim bo navendên wergirtinê de civiya û çend biryar wergirtin.

Di civîna Desteya Serokatiya Encûmenê de, biryar hat dan ku asankarî ji bo veguhestina berhemê genim ê cotkarên herêmê bê kirin.

Li gor biryara Serokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Sivîl a Reqayê, her barhilgirek dê 750 lître mazot werbigire, herwiha benzînxaneyên ku lîtreya mazotê bi 1200 lîreyên Sûrî difiroşin ji bo barhilgiran hatine destnîşankirin.

Serokatiya Rêveberiya Sivîl a Reqayê herwiha biryar daye, ku kirêya barhilgirên genim dê li gor dûrî û nêzîkbûna rêya veguhastinê bê destnîşankirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêvebeirya Xweser tê texmîn kirin ku qebareya berhema genim îsal zêdetir ji par be û li gor desteyên Aborî û Çandiniyê yên Rêveberiya Xweser , ew texmîn dikin ku îsal berhema genim li herêmê zêdeyî 1 milyon ton be.

Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê herwiha îsal ji bo kirîna her kîloyeke genim 43 sentên Amerîkî diyar kiriye.