Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot biha bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot bi qasî 1,47 lîreyan biha bû.

Bihayên petrolê yên navneteweyî û bilindbûna dolar û zêdekirina bacê bandorê li bihayê benzîn û mazotê dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro mazot bi qasî 1,47 lîreyan biha bû.

Piştî vê zemê lîtreya mazotê 49 lîre derbas kir.

Mazot bi bihayê nû re dê li Stenbolê bi 47,24, li Enqereyê bi 47,88 û li Îzmîrê jî bi 49,28 lîreyan bê firotin.

Li Amedê jî mazot dê bi 49,23 lîreyan bê firotin.

Hefteya yekem a sala nû jî benzîn bi qasî 1,27 lîreyan biha bûbû û mazot jî lîreyekî biha bûbû.