Banka Navendî eşkere kir: Dolar dibe 39 lîre

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyeyê, pêşbîniya xwe ya enflasyona dawiya sala 2023yan wekî ji sedî 65,39 û pêşbîniya dolar jî wekî 29,62 lîre guherî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê, encamên “Rapirsiya Beşdarên Bazarê ya Çiriya Paşîna 2023yan” eşkere kir.

Rapirsî bi beşdariya 71 nûnerên sektora fînansê, sektora berhemanînê û pisporan hatiye amadekirin.

Di rapirsiyê de pêşbîniya rêjeya enlasyona dawiya sala 2023yan ji sedî 68,01ê dadikeve sedî 65,39an.

Li gorî rapirsiyê tê pêşbînîkirin heta dawiya sala 2024an enflasyon dakeve ji sedî 43,94an û dawiya sala 2025an bibe ji sedî 41,23.

Herwiha pêşbîniya bihayê dolar jî li hemberî lîreyê Tirkî ku di rapirsiya pêştir de 30 lîre bû, li gorî rapirsiya nû kêm bû û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya salê bigihîje 29,62 lîreyan.

Dolar dibe 39 lîre

Tê pêşbînîkirin dolar heta dawiya sala 2024an dê bigihêje 39,45 lîreyan.

Herwiha li gorî pêşbîniya pisporan, heta dawiya salê kêmasiya bazirganiya Tirkiyeyê digihêje 45,8 milyar dolaran.