Li Tirkiyê firotina xaniyan kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê meha Mijdara 2022an li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan %27.5 kêm bûye û hejmara xaniyên hatine firotin daketiye 101 hezar û 151 xaniyan. Herwiha meha Mijdarê rêjeya xaniyên bo welatiyên biyanî hatine firotin li gor heman meha sala par %17.4 kêm bûye û 6 hezar û 83 xanî bo biyaniyan hatine firotin.

TUIKê amarên firotina avahiyan ên Mijdara 2022an eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Mijdarê li gor heman meha sala borî firotina xaniyan %27.5 kêm bûye û herî zêde jî li parêzgehên Stenbol û Enqerê û herî kêm jî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê Colemerg û Erdexanê xanî hatine firotin.

Li Stenbolê 19 hezar û 687, li Enqerê 9 hezar û 367 û li Antalyayê jî 7 hezar û 902 xanî û li Colemêrgê 34 xanî û li Erdexanê 47 xanî hatine firotin.

Li gor heman amaran ligel kêmbûna firotina xaniyan, rêjeya firotina xaniyan bo welatiyên biyanî jî li gor heman meha sala par bi rêjeya %17.4 kêm bûye û daketiye 6 hezar û 83 xaniyan. Meha Mijdarê welatiyên Rûsyayê bi kirîna 2 hezar û 575 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi 510 xaniyan duyemîn û welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi kirîna 331 xaniyan di rêza sêyemîn û welatiyên Ukraynayê bi kirîna 277 xaniyan di rêza çaremîn de ne.

Biyaniyan herî zêde li Antalya, Stenbol û Mêrsînê xanî kirîne. Biyaniyan meha Mijdarê li Antalyayê 2 hezar û 616, li Stenbolê hezar û 733 xanî û li Mêrsînê 567 xanî kirîne.

Herwiha di yazdeh mehên destpêkê yên sala 2022an de bi giştî firotina xaniyan li gor heman mehên sala par %0.3 zêde bûye û gihişte milyonek û 19 hezar û 135 xaniyan. Li gor heman amaran rêjeya firotina xaniyan bo welatiyên biyanî jî di yazdeh mehên destpêkê yên sala 2022an li gor heman mehên sala par %20.4 zêde bûye û gihişte 61 hezar û 104 xaniyan.

Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin û bi taybetî piştî şerê Rûsya û Ukraynayê hejmara welatiyên Rûs û Ukraynî ku li Tirkiyê xanî kirîne zêdetir bûye. Her biyaniyê ku li Tirkiyê bi bihayê 500 hezar dolaran veberhênanê bike yan milk bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyê werdigre. Ev reqem heta dawiya sala 2021an 250 hezar dolar bû û meha Çileya 2022an bo 500 hezar dolar hat zêdekirin.