MELETÎ - Hinartina qeysiyên hişkkirî nêzîkî 300 milyon dolarî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 9 mehan de bihayê 286 milyon û 913 hezar dolaran qeysiyên Meletiyê hatin hinartin.

Qeysiyên Meletiyê ji berhemên tescîlkirî yên Yekîtiya Ewropayê ne û meha îlonê 8 hezar û 928 hezar ton hatin hinartin.

Kesên ku hinarde dikin, di 9 mehên salê de 50 hezar û 919 ton qeysî firotin û 286 milyon û 913 hezar dolar dahata wan çêbû. 

Hilberîneran di heman dema par de 50 hezar û 777 ton qeysî hinartin derveyî welat û 290 milyon dolar dahat bi dest xist.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan got ku hinartina qeysiyên hişkkirî piştgiriyeke girîng dide aboriya bajêr.

Plan 80 hezar ton e

Ramazan Ozcan da zanîn ku hinartina îsal li gorî heman dema par zêde bû û ev jî nîşan dide ku meha çiriya pêşîn hinartin dê zêdetir çêbibe û wiha dewam kir:

“Me di 9 mehên salê de 50 hezar û 919 ton qeysî firotin û 286 milyon û 913 hezar dolar bi dest xistin.

Em plan dikin ku heta dawiya salê 80 hezar ton qeysiyên hişkkirî hinarde bikin.”