Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Gulana 2022ê li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan %107.5 zêde bûye û hejmara xaniyên hatine firotin gehiştiye 122 hezar û 768 xaniyan. Herwiha meha Gulanê rêjeya xaniyên bo welatiyên biyanî hatine firotin li gor heman meha sala par %235.7 zêde bûye û herî zêde jî Rûsan xanî kirîne.
TUIKê amarên firotina avahiyan ên Gulana 2022ê eşkere kirin. Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Gulanê li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji %107.5 zêde bûye û herî zêde jî li parêzgehên Stenbol û Enqerê û herî kêm jî li parêzgehên Bakurê Kurdistanê Colemerg û Erdexanê hatine firotin.
Herwiha li Stenbolê 22 hezar û 148, li Enqerê 11 hezar û 497 û li Izmirê jî 7 hezar 159 xanî û li Colemêrgê 21 xanî û li Erdexanê jî 43 xanî hatine firotin.
Li gor heman amaran ligel zêdebûna firotina xaniyan, rêjeya firotina xaniyan bo welatiyên biyanî jî bi rêjeya %235.7 zêde bûye û gehiştiye 5 hezar û 962 xaniyan. Herwiha meha Gulanê welatiyên Rûsyayê bi kirîna hezar û 275 xaniyan yekemîn, welatiyên Îranê bi 736 xaniyan duyemîn û welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi kirîna 617 xaniyan di rêza sêyemîn de ne.
Biyaniyan herî zêde li Stenbol, Antalya û Mêrsînê xanî kirîne. Biyaniyan meha Gulanê li Stenbolê 2 hezar û 451 xanî, li Antalyayê hezar û 885 xanî û li Mêrsînê jî 264 xanî kirîne.
Biyanî herî zêde ji bo wergirtina welatîbûna Tirkiyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xaniyan dikirin. Her biyaniyê ku li Tirkiyê bi bihayê 500 hezar dolaran veberhênanê bike yan milk bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyê werdigre. Ev reqem heta dawiya sala 2021ê 250 hezar dolar bû û meha Çileya 2022ê bo 500 hezar dolar hat zêdekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse