Îran niha tenê 70,000 bermîlên petrolê hinarde dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên kompaniya Kepler ku çavdêriya liv û tevgera tankerên petrolê dike, hinardekirina petrolê ji aliyê Îranê ve bi awayekî berçav kêm bûye û rekordeke nû tomar kiriye.

Li gor raporta Kepler, hinardekirina rojane ya petrola Îranê di meha Nîsanê de nêzîkî 70 hezar bermîlan bû, di demekê de ku di meha Adarê de ew rêje nêzîkî 287 hezar bermîl bû.

Heman kompaniyê diyar kiriye, ji ber cezayên Amerîkayê û belavbûna vîrusa Koronayê ku di asta cîhanê de daxwaza li ser petrolê kêm bûye, hinardekirina petrola Îranê jî kêm bûye.

Serokê Cîbicîkar yê Kompaniya Petro - Logistics Danial Gerber jî ragihand: “Me kêmbûna hinardeya petrola Îranê dît, ku sedemeke wê ev e Çîn kêmtir petrolê dikire.”

Danial Gerber diyar kir, ew pêşbînî nakin ku hinardekirina Îranê di vê mehê de bilind bibe û got: “Em di meha Gulanê de ne, lê belê hêj em ti pêşveçûnek di hinardekirina petrola Îranê de nabînin.”

Li gor datayên, Çîn ku kiryareke sereke yê petrola Îranê ye, niha kêmtirîn rêjeya petrolê ji Îranê dikire. Her li gor datayan, niha Sûriye yek ji kiryarên petrola Îranê ye.

Pêştir û berî ku Amerîka cezayên giran bi ser Îranê de bisepîne, Îranê rojane zêdetirî 3.5 milyon bermîlên petrolê berhem dianî ku zêdetirî 2.5 milyonê wê hinardeyî derve dikir.

Tevî qeyrana belavbûna vîrusa koronayê li cîhanê û ceza û fişarên Amerîkayê li ser Îranê, daketina nirxê petrolê û zêdebûna bijardeya kiryaran bo kirîna petrolê, faktorekî din e ku bûye sedem hinardeya petrola Îranê bo wê rêjeya kêm dakeve û rokerdeke nû tomar bike.