Kelûpelên cejnê ji Hewlêrê bo Rojavayê Kurdistanê tên şandin

Hewlêr (Rûdaw) – Penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê, bi rêya kompaniyekê kelûpelên cejnê bo malbat û kesûkarên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dişînin.

Cejin nêzîk dibe, Kelûpelên cejinê jî li Rojavayê kurdistanê buha dibin. Krîza aborî û bihabûna Dolarê Amerîkî, bûye astengî li pêşiya malbatan li Rojavayê kurdistanê ku bikaribin kelûpelên cejina Remezanê bi dilê xwe bikerin. Li Hewlêrê Kompaniyek heye, Kelûpelan ji Herêma Kurdistanê dişîne Rojavayê Kurdistanê.

Penaberên Rojavayê Kurdistanê, li Hewlêrê vê yekê derfet dibînin ku kelûpelan ji vir bikerin û ji kesûkarên xwe re bişînin. Niha her malek li Rojavayê kurdistanê pêwîstiya wan bi yek milyon Sûrî heye ta bikaribin şîrîniyê Cejinê bikerin.

Penaberê ji Rojavayê Kurdistanê Hesen Ismaîl dibêje: “Li wê derê kelûpel gelek giran in, min ji vê derê şandin da ku alîkariya wan bikim. Keskî kar dike roja wî dibêjin 10 hezar e, lê kîloyek şekîr 35 hezaran e. K dê jê re çi bimîne.”

Kompanyeke taybet hemû curên kelûpelan li seranserê Herêma Kurdistanê dişîne Rojavayê Kurdistanê, lê di helkefta de karê wan zêdetir dibe. Wan di herdu heftiyên berî cejnê de 24 ton kelûpel şandine.

Rêveberê Kompaniya KarMaxê li Herêma Kurdistanê Siûd Gerşî dibêje: “Ji ber rewşa niha li Rojavayê Kurdistanê heye di demên cejnan de şandina kelûpelan zêdetir dibe. Kelûpelên me zêdetir cilûber û tiştên xwarin û vexwarinê ne.”

Çend sal e nizmbûna buhayê lîreyê Sûrî, nirxê kelûpelan giran kiriye. Niha buhaye her Dolarekî Amrîkî nêzîkî 7700 lîreyên Sûrî ye. Her malekî pêwîstiya wan bi milyonek lîre ango 130 dolar heye ji bo kirîna şêrîniyên cejnê.

Eger malbatek 2 zarokên xwe hebin û cilên cejnê ji wan re bikirin, divê 900 hezar lîre ango 115 dolar ji wan re terxan bike.