Ji Meletiyê meha sibatê 7357 ton mişmiş hatine hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên borseya bazirganî ya Meletî li Bakûrê Kurdistanê, meha Sibata îsal 7 hezar û 357 ton mişmişên hişk hatine hinardekirin.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletî Remezan Ozcan ragihand ku her çiqasî şert û merc ji ber corona ne li bar bûn lê dîsa jî ew gihîştine wê armanca ku dabûne pêşiya xwe.

Remezan Ozcan diyar kir ku wan rêjeyeke zêdetir danîne pêşiya xwe û kar jî li ser dikin.

Ozcan da zanîn ku meha Sibata 2021an ji Meletî 7 hezar û 357 ton mişmişên hişk hatine hinardekirin û bi giştî di nava 2 mehan de jî 14 milyon û 80 ton hatine hinardekirin ku dike 47 milyon û 371 hezar dolar.

Temamê dahata ji hinardekirina mişmişên hişkkirî li gorî par, 4 milyon dolar zêde bûye.

Meletî, li ser asta Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê di berhemanîna mişmişan de pêşeng e û ji sedî 85ê pêwîstiya welatên cîhanî bi qeysî ango mişmişên hişk dabîn dike.

Bajarê Meletî di rewşeke asayî de salane dikare ji 400 hezar tonî zêdetir berhem bîne.