Di 10 salên kirîza Sûriyê de rewşa aborî têk çû

Hewlêr (Rûdaw) - Kirîza Sûriyê bi awayekî rasterast bandor li ser tevaya warên jiyanê li Sûriyê çê kiriye, bi taybet jî di warê aborî de. Welatiyek dibêje, berê mûçeya wî bi qasî 300 dolaran bû, lê niha ji ber bêqîmetbûna lîreyê, mûçeya wî bûye 13 dolarên Amerîkî.

Xelk gelekî feqîr bûye, pereyê Sûrî bê qîmet bûye, dahata xelkê jî têra wan nake û kirîzeke mirovî destpê kiriye û girantir dibe. Berê her 10 dolar, bi 500 lîre bû, niha bi zêdetirî 40 hezarî ye.

Bi dirêjahiya rêya Dêrik-Qamişlo, bîrên petrolê têne dîtin, hêzên Amerîkî li nêzîkî van bîran bicî bûne, naxwazin bikevin destê Hikûmeta Sûriyê, dema derbasî nav bajaran dibin, êdî kirîzeke mirovî ya rasteqîne têne dîtin, xelk bê çare mane, tenê desthilata Esed li çargoşeya emnî maye.

Daketina lîreya Sûrî barê welatiyan giran kiriye.

 Berpirsê Serfan Şêx Welîd dibêje: “Berê 10 dolar bi 500 lîreyên Sûrî bû, lê niha 10 dolar bûye 40 hezar lîreyan."

Li gor vê yekê, êdî dahata xelkê têra wan neke, ji ber ku mûçeyên wan jî weke xwe maye.

Welatiyek dibêje: “Berê mûçeya min bi qasî 300 dolaran bû, niha 13 dolar e, gelekî feriqe.”

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd got: “derbarê 10 salên kirîza Sûriyê dibêje, Esed û grûpên radîkal û Tirkiyê qazanc kirine, yên ku wenda kirin, xelkê sivîl ê Sûriyê ne.

10 salên kirîza Sûriyê derbas dibin, lê hêj lûleya tifingan bê deng nebûne, her ku diçe ji ber cezayên li ser Sûriyê rewşa mirovî li wî welatî xirabtir dibe, li gor Netewên Yekbûyî pêwîstiya 12 milyon welatiyên Sûrî bi alîkariyên lezgîn hene.