TIRKIYE – Hejmara dikandarên 2021ê îflas kirine diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Veli Agbaba diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî di 2021ê de herî kêm 101 hezar û 750 dikandaran îflas kirine. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Veli Agbaba derbarê rewşa esnaf û dikandaran a 2021ê de daxuyaniyek da.

Amarên Rojnameya Esnaf û Tomarê

Alîkarê Serokê CHPê Veli Agbaba di daxuyaniya xwe de amarên Rojnameya Esnaf û Tomarê belav kirine û dibêje 2021ê herî kêm 101 hezar û 750 dikandaran îflas kirine.

Agbaba dibêje: “Li gor amarên Rojnameya Esnaf û Tomarê di 2021ê de hejmara dikandarên ku dest ji karê xwe berdane û îflas kirine herî kêm 101 hezar û 750 e û ev jî derencama polîtîkayên desthilatê ye ku bi armanca alîgirên xwe dewlemend bike bûye sedem hejmareke wiha zêde dikandar îflas bikin. Di sala 2021ê de li gor sala 2020ê hejmara dikandaran ji sedî 21 kêm bûye û wek 287 hezar û 550 dikandar hatiye tomarkirin."

Îflas û destjikarberdan

Li gor amarên heman rojnameyê, di 2021ê de 81 hezar û 159 dikandaran navê xwe ji tomarê jê birine û 20 hezar û 591 dikandaran jî dest ji kar berdane û ev herî zêde di Kanûna 2021ê de pêk hatiye ku yek dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî gihiştibû 18.40î. Tenê di Kanûna 2021ê de 13 hezar û 16 dikandaran îflas kirine.