Cotkarên Bakurê Kurdistanê ji bihayan ne razî ne: 'Îsal sala me ya mirinê ye'
Amed (Rûdaw) - Bihayê ku ofîsa berhemên çandiniyê ji bo genim û ceh diyar kiriye rastî bertekên cotkaran hat.
Ofîsa Berhemn Axê (TMO) bihayê kîloyek genime dibe nan 9 lîre û 250 quruş, genime dibe meqerne 10 lîre, bihayê kîloyek ceh jî wekî 7 lîre û 250 quruş diyar kirin.
Cotkar û odeyên çandiniyê vî bihayî gelekî kêm dibînin û ew dibêjin jixwe kîloyek genim li ser wan zêdetirî 11 lîreyan dibe mesref.
Ji ber wê ew dixwazin ku TMO ji biryara xwe vegere û bihayeke baştir bide.
Ew dibêjin eger wisa nebe sala were dê nekarin çandiniyê bikin û ew dê dest ji vî karî berdin.
Werza çinîna dexlûdan bê rawestan dewam dike
Cotkar bi kelecan û heviyeke mezin berhemên xwe yên ku di bin gefa enflasyona bilind de bi deyndarî û bi zehmetiya salek gihandina asta dirûnê diçinin.
Lê bihayê genim û cehê ku çend roj berê ji aliyê TMOyê hatiye diyarkirin cotkar memnun nekiriye û hêvî û bendewariya wan şikandiye.
“Îsal sala me ya mirinê ye”
Cotkar Mehmet Atîk got:
“Kîloyek gubrê ji sedî 30 zêde bûye, îlaç ji sedî 200 zêde bûye. Par lîtreyek mazot 20 lîre bû lê niha 44 lîre ye.
Îsal sala me ya mirinê ye. Ez îsal berhema xwe gişt bifroşim û ez pemboyê xwe gişt bifroşim jî sala bê nikarin wan deynan bidim.
Kesekî cotkar bi van faîzan nikare bigihêje cihekê. Cotkar dê erde xwe bifroşin.
Eger sed donim erdê wî hebe dê 10-15 donim erde xwe bifroşe ku bikare ji bin deynan derkeve.”
Li aliyê din, odeyên çandiniyê jî bi dengekî bilind nerazîbûna xwe nişan didin
“Niha li vî welatî yên herî mexdûr cotkar in”
Serokê Odeya Zireatê ya Yenîşehîra Amedê Suleyman Îskenderoglu jî got:
“Lêçûna kîloyek genim li ser cotkaran 11 lîre ye. Bihayê dane 10 lîre ye.
Em dixwazin ev biha were guhertin û bihayeke nû diyar bikin ku cotkar zererê nekin.
Bihayê em dixwazin genimê hişk ê ji bo meqerneyê 13 lîre be yê ji bo nan jî 12 lîre û 50 quruş be.
Herwiha bihayê ceh jî 8 lîre û 50 quruş be.Bila bi giştî jî 1 lîre û 50 quruş piştavanî bikin û xilas bû çû.
Niha li vî welatî yên herî mexdûr cotkar in. Em mirî ne û em perîşan bûne. Ma dengê me naçe wan.”
Bedredîn Çinar jî ku bi dehan sal in kare bîçerê dike û niha li gundekî Dirbêsiya Mêrdînê li ser zeviyeke genim û ew jî wekî cotkaran ne razî ye.
“Em jî heqê mazota xwe dernaxin”
Bedredîn Çinar got:
“Em bîçercî jî mafdar in, cotkar jî mafdar in. Ka em ji rebenên cotkar bixwazin dê ji me re ji ku bînin.
Genimê xwe bifroşe heqê bîçera me dernaxe. Em jî kîloyek kayê bi 600î hesab dikin, em diçin mazotê dikirin bi 40 lîreyî ku em jî heqê mazota xwe dernaxin.
Em wê kayê çekin jî boş e ji ber ku pere nake. Vaye hûn erd dibînin heyfa vê kayê ye mirov dihêle erdê.
Ev ne ew sal e ku mirov kayê berde erdê. Niha sala were eger hişkesalî çêbe ev sap jî bi deste mirov nakeve. Belkî em veya jî peyda nekin, Xweda dizane.”
Bi sed hezaran cotkarên ku hîn jî debra wan li erde ne ji niha ve ketine tatêla werza çandiniyê û ji bo sala were tirsek mezin dilê wan pêça ye.
Eger rewş wiha werza bê dê ji bo gelek ji wan ajotina erd û reşandina tov ne pêkan be.