Li Duhokê 350 donim erd di bin metirsiya kulî û maşotan de ne

Duhok (Rûdaw) – Li navçeya Sersengê ya ser bi parêzgeha Duhokê ji ber hebûna kulî û maşotan zêdetirî 350 donim erd zirar dîtin.

 

Cotkarekî bi navê Haşim ji Rûdawê re ragihand, tevî ku ew darên xwe ji giyandarên bi zirar paqij kirine jî, encamek bi dest nexistiye û diyar dike, ku eger tevdîr neyên kirin, dê hemû keda wan belawela be.

 

Herwiha cotkarê bi navê Silêman jî destnîşan dike, ku kulî bi ser zeviyê wî de belav dibin û zirar didin berheman. Silêman aşkere dike, ku ew nizanin çi bikin û ji hikûmetê alîkarî dixwazin.

 

Zeviyên ku zirar gihiştiye wan, di navbera çiyayên Gara û Metînî de ne.

 

Li devera navborî hin der daristan in û hin der jî zevî ne.