Gelo Cemaeta Gulen nahêle petrola Başûr were hinartin!

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ragihand ku heta niha 42 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê derbasî Bendera Ceyhanê ya wî welatî bûye. Yildiz her wiha eşkere kir ku Cemaeta Gulen li Başûrê Kurdistanê astengiyan li pêşiya projeyên petrolê derdixe.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz li bajarê Kutahyayê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Taner Yildiz li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê re agahî da û got, rojane 425-450 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiyeyê dibe û da zanîn, heta niha 42 milyon bermîl petrol li Tirkiyeyê hatiye depokirin.

Yildiz anî ziman ku ji bo wan ti ferqa petrola Hewlêr û Bexdayê tine çimkî hemû petrola gelên Iraqê ye.

Li ser îdaiyên ku dibêjin Cemaeta Gulen li Başûrê Kurdistanê tevlî karê hinartin û firotina petrolê bûye, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê got, dibe ku “Pêkhateya Paralel” li wir jî hinek tişt kiribin û xwestiye li pêşiya projeyên petrolê astengiyan derxîne lê Tirkiye ti carî rê nade vê yekê.