Li Erzinganê bi enerjiya jeotermal bacanên sor tên hilberîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê tevî hewaya sar jî bi enerjiya jeotermal bacanên sor tên hilberîn.
Bi sîstema enerjiya jeotermalê êdî li deverên sar jî çandinî dibe.
Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, bi rêya sîstema enerjiya jeotermal ku ava germ ya di bin erdê de tê bikaranîn, serayeke çandina bacanên sor hatiye danîn.
Bikaranîna enerjiya jeotermal xercî kêm dibin.
“Me serayek ava kir”
Karsaz Tuncay Sarisu got:
“Li Erzinganê wekî seraya jeotermal em ya yekemîn in û ji bilî me kesekî din nîne.
Wekî hilberîner em sala 2020ê hatin Erzinganê. Me bi xwe ava germ derxist û li ser rûberê 120 donim zevî me serayek çêkir.
Niha çandinî li ser 30 donim erd tê kirin. Par me dest bi hilberînê kir.”
Niha li vê deverê di nav rojê de pileya hewayê li derve 10 pile ye lê ji ber sîstema jeotermal di nava serayê de pileya germê 20 pile ye, bi şev jî ya herî kêm 12 pile ye.
Ava ji bo germkirina wê serayê tê bikaranîn dema ji bîrê derdikeve 45 pile ye lê heta digihêje hindirê serayê dibe 43 pile.
Germa wê têra çêbûn û pêgihştina berhemên çandiniyê dike.
“Em bacanan difiroşin welatên din”
Endezyarê Çandiniyê Fatih Mehmet Ayaz jî got:
“Bacanên me yên pembe hene, em wan difiroşin derveyî welat.
Ji ber ku me bacanên xwe dereng çandin niha nû sor dibin.
Di nava mehekê de em dê dest bi berhevkirinê û hinartinê bikin.”
Li wir zivistanê 38 kes kar dikin lê havînê ji ber berhem zûtir pê digihêje û kar zêde dibe 60 kes kar dikin.
Berhema sarayê par 750 ton bû, ji wê 280 ton hinardeyî welatên Ewropa yên wekî Romanya û Bulgaryayê hatin kirin.