46emîn tankera petrola kurdan hat barkirin


Enqere (Rûdaw)- Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz ragihand ku li Tirkiyeyê tankera petrola kurdan a 46emîn hat barkirin û tevahiya hinardeya wê jî gihîştiyê 37 milyon bermîlan.

Taner Yildiz li Stenbolê beşdarî vekirina Hefteya Berdariya Enerjiyê bû û piştre jî di civînek çapemeniyê de pirs bersivandin.

 

Yildiz ragihand ku ewê roja yekşemê serdana Bexdayê bike û ew û hin wezîr dê bên ba hev  û bi hevre dê bixebitin.

 

Yidiz wiha got: “Bêaramiya Iraqê çi qasî me eleqeder bike ew qasî jî aramiya wê me eleqeder dike.”

 

Wezîr Yildiz anî ziman ku Bexda ji bo wan girîng e û wiha domand:

 

“Dibe ku em dîsa behsa rêkeftina di nava Hewlêr û Bexdayê dê bikin. Rêkeftina di nava Hewlêr û Bexdayê de çi qasî bidome aramî jî dê ew qasî bidome.”

 

Taner Yildiz da zanîn ku 46emîn tankera petrola kurdan hat barkirin û got: “Heta niha hinardeya petrola Herêma Kurdisanê gihîştiye 37 milyon bermîlan. Rojanê jî gihiştiyê 450 hezar bermîlan. Armanca me ew e ku rojane bigihije 550 hezar bermîlan. Paşê jî bigihêje rêjeya wê ya normal, milyonek bermîl.”