Xalên erênî yên raporta Genel Enerjî li ser petrola Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Raporta nîvê yekema 2018an a Kompaniya Genel Enerjî ya Tirkiyê ku yek ji kompaniyên çalak ên di warê petrol û gaza Herêma Kurdistanê de ye, çendîn xalên giring têde hene ku sektora petrol û gaz a Herêma Kurdistanê dê di çend salên bê de ber bi ku ve biçe.

 

Di raportê de hatiye diyarkirin ku di destê Kompaniya Genel Enerjiyê de 11 bîrên petrolê hene ku karên kolandina wan bîran niha didomin, yan jî biryar e di nîvê duyem ê îsal de birêve biçin. Biryar e ji wan bîran 8 bîr heta dawiya îsal ji bo berhemanînê werin amadekirin.

 

Genel Enerjî ragihandiye ku serkeftina wan di geşepêdana kêlgeha petrolê ya Pêşxabûrê de bûye  sedema wê yekê ku dahata kompaniyê zêde bibe, ji ber vê yekê berdewam dibin di geşepêdana kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê de.

 

Asta veberhênana petrola kêlgehên Pêşxabûrê ku bi hevbeşiya li gel Kompaniya DNO ya Norwecê tê birêvebirin, meha derbasbûyî di encama kolandina bîra petrolê ya hejmara 4 û hejmara 5 de berhemanîn bilind bûye û gihiştiye roja 35 hezar bermîl petrol.

 

Kêlgeha Pêşxabûr ku weke kêlgeheke nû tê dîtin, ji sala 2017an ve dest bi berhemanîna petrolê kir û yek ji hêviyên Herêma Kurdistanê ye daku roleke mezin di bilindkirina asta veberhênana petrolê de bilîze, bi taybetî piştî ku ji ber sedemên teknîkî û jeolojî asta berhemanîna petrolê li kêlgehên Teqteqê bi rêjeyeke berçav di sala 2013an de rojane ji 120 hezar bermîl, di sala 2018an de bo rojane 13 hezar bermîl daketiye.

 

Kompaniya Genel Enerjî ragihandiye ku mehane nêzîkî 10 milyon dolar liv û tevgera kaş heye û li bendê ne ku di dawiya îsal de piştî dabînkirina xerciyên berhemanîna petrolê û geşepêdana kêlgehên petrolê, ji aliyê sermayeya kaş ve bigihîjin hevsengiyeke baş.

 

Genel Enerjî herwiha ragihandiye ku îsal qasî 95 heta 125 milyon dolar veberhênan dikin ji bo birêvebirina karên xwe li kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê.

 

Yek ji wan sedemên giring ku wisa kiriye kompaniyên sektora petrol û gazê yên li Herêma Kurdistanê ji aliyê darayî ve bikevin rewşeke baş li gor salên beriya 2017an, ew rêkeftinname bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2017an de li gel her yek ji kompaniyên Genel Enerjî û DNO kiriye ji bo pakkirina heqdestên kevn. Herwiha yekalîkirina dosyeya dadgehê ya navbera Kompaniya Dana Gas û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bandoreke mezin li ser vegerandina baweriya kompaniyên petrolê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû, bi awayekî ku kompaniyên petrolê pabend bûn bi geşepêdana sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê.

 

Kompaniya Genel Enerjî di raporta xwe ya nîvê yekema îsal de amaje bi serkeftina kompaniyê dike di derxistina petrola sivik de ji kêlgeha Binebawî. Genel Enerjî ragihandiye ku di encama kolandina bîra hejmara 3 de karîne rojane 3500 bermîl petrolê sivik derxînin.

 

Genel Enerjî diyar kiriye, li bendê ne ku bikarin rojane bi qasî 5 hezar bermîl petrol di qonaxa yekem de berhem bînin, di qonaxa duyem de jî armanca wan ew e ku piştî vekirina çar bîrên nû, asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Binebawî bilind bikin bo rojane 10 heta 15 hezar bermîlan.

 

Kompaniya Genel Enerjî di raporta xwe de yedega petrola kêlgeha Binebawî texmîn kiriye ku pêşbînî dikin 44 milyon bermîl petrol yedeg hebe.

 

Kêlgeha Binebawî weke kêlgeha Mîran bi rastî kêlgeheke mezin a gaza sirûştî ye û ew petrola sivik ku di kêlgeha Binebawî de derketiye, ji aliyê jeolojîk ve ew petrol e ku li ser tebeqeya gazê cihê xwe girtiye.

 

Genel Enerjî di raporta xwe de eşkere kiriye ku di encama nirxandin û lêkolînên zanistî yên aliyê sêyem de yedega gaza sirûştî ya du kêlgehên Binebawî û Mîran, bo 14.8 trîlyon sêca hatiye zêdekirin.

 

Derbarê kêlgeha Teqeteqê de ku asta berhemanîna petrolê kêm bûye, di raportê de amaje bi wan hewldanên teknîkî hatiye kirin ku ji bo cîbicîkirin û seqamgîrkirina berhemanîna petrolê li wê kêlgehê didin.

 

Pirsgirêka kêlgeha petrola Teqteqê ew bû ku li hinek ji bîrên petrolê qebareya ava têkel bi petrolê re bilez zêde dibû.

 

Genel Enerjî ragihandiye ku planeke nû ji bo geşepêdana wan kêlgehan radestî Wezareta Çavkaniyên Sirûştî kiriye daku ji şiyanên berhemanîna petrola wan kêlgehan mifa werbigrin û armanca wan ne tenê berhemanînê cîgir bikin, heta hêviya wan jî heye, heta sala bê asta berhemanîna petrolê li wan kêlgehan bilind bikin.

 

Derbarê kêlgeha Tawkê de ku bihevre li gel kêlgeha Pêşxabûr weke "Moleta Tawkê" tê nasîn, Kompaniya Genel Enerjî eşkere kiriye ku di sê mehên derbasbûyî de asta berhemanîna petrolê di wê kêlgehê de daketiye, lê kompanî ji bo ku daketina asta berhemanîna petrolê qerebû bike, di bernameya wan de heye ku nîvê duyem ê îsal 4 bîrên nû yên petrolê li wan kêlgehan bikolin.

 

Raporta Kompaniya Genel Enerjî herwiha komek datayên bi hûrgilî li ser asta veberhênana petrolê li kêlgehên Tawkê, Pêşxabûr û Teqteqê eşkere kirine.

 

Li gor raportê, hemû berhemanîna petrolê di wan sê kêlgehan de rojane 118 hezar û 540 bermîl bûye ku rojane 117 hezar û 689 bermîl bi rêya boriya petrolê ya Kurdistan – Ceyhanê hatine hinardekirin.

 

Ji aliyê darayî ve, li gor raporta Kompaniya Genel Enerjî, dahata salane ya kompaniyê bi rêjeya %85 zêde bûye bo 161 milyon dolar.

 

Hemû vana di demekê de ye ku xerciyên giştî û îdarî yên kompaniyê bi rêjeya %8 daketiye bo 11.8 milyon dolar.

 

Herwiha ev jî cihê balkêşiyê ye ku xerciyên berhemanîna petrolê ku di nîvê yekem a îsal de 12.1 milyon dolar bûye û ev jî tê wê wateyê ku ji bo derxistina her bermîleke petrolê, kompaniyê tenê 2 dolar xerc kirine.