Iraq rê nade zebeş ji Kurdistanê were hawirdekirin

Kerkûk (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê rê nade zebeşên Kerkûkê têkeve bajarên din ên Iraqê.

 

Rêveberiya Bexdayê piştî ku ji Îranê hawirdekirina zebeşên belek qedexe kir, niha jî rê nade heman cûreya zebeşên Kurdistanê, têkeve bajarên Iraqê.

 

Cotkarê bi navê Necat Ebdullah li gundê Bîrespanê yê ser bi devera Saleyî ya Kerkûkê, di nav 25 donim zeviyan de zebeş çandine.

 

Necat Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku buhayê zebeşan kêm e, kara wan jî kêm e. Ebdullah du cûreyên zebeşan ên keskê vekirî û belek çandine û dibêje, armanca wan ew bûye ku zebeşan bifiroşin bajarên Iraqê û qezencek bi dest bixin, lê Hikûmeta Iraqê zebeşên wan, weke zebeşên Îranê dihesibîne û rê nade têkeve bajarên Iraqê.

 

Li devera Kerkûkê îsal beşek ji zebeşan ji ber germa zêde, têk çûne.

 

Cotkarê bi navê Xalid Umer jî diyar kir, ku di meha sibatê de di nav konên çandiniyê de zebeş çandine û berhema wê xweş bûye, lê ji ber ku di meha Nîsanê de pileya germahiyê ji 36 – 37an, ji nişka ve derketiye 45 – 46an, zebeşên wan şewitîne.

 

Rêveberê Çandiniyê yê Kerkukê Mehdî Mubarek diyar kir, ku li Kerkûkê di nav 900 donim zeviyê de zebeş hatine çandin û got: “Ji her donimekê 10 ton zebeş têne berhemanîn. Ev têra daxwaza navxweyî ya Kerkûkê dike. Buhayê zebeşan jî baş e.”

 

Herwiha Mehdî Mubarek destnîşan kir, ku pirsgirêka herî mezin a li hember cotkaran, nebûna depoyên sar e.