Li Bazara Ajelan a Agiriyê liv û tevgera Cejna Qurbanê zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bazara Ajelan a Agiriyê ya ku yek ji bazarên herî mezin ên Bakurê Kurdistanê ye liv û tevgera Cejna Qurbanê zêde bû.

Li bajarê ku ajeldarî lê zêde ye, cotkar ajelên xwe yên ku bi kedeke mezin li deşt û gundan xwedî dikin serê sibê dibin bazarê.

Di navbera ajeldarên ku dixwazin ajelên xwe bi bihayekî baş bifroşin û welatiyên ku hewl didin bi erzanî bikirin de bazareke geş çêdibe.

Ajelên ku cureyê wan sîmental e zêdetir tên firotin.

Liv û tevgera li bazarê heta danê nîvro berdewam dike.