Sendîkayên Karkeran dixwazin mûçeyê kêmane derdora 17 hezar lîre be
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Destnîşankirina Mûçeyê Herî Kêm a Tirkiyê, îro yekemîn civîna xwe bo destnîşan kirina rêjeya nû ya wê mûçeyê encam dide. Ew komîsyon ji nûnerên karkeran, nûnerên xwediyên kar û nûnerên hikûmeta Tirkiyê pêk tê.
Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember dolar û diravên biyanî roj bi roj mûçe û pereyê di berîka welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de kêm dike.
Ji hilbijartinên 28ê Gulanê û heta niha lîreyê Tirkî derdora ji sedî 20 nirxê xwe ji dest daye. Bi vê yekê jî hêza kirînê ya welatiyan roj bi roj dadikeve.
Karkerekî ku bi 8 hezar û 500 lîre kar dikirin dikariya pê 430 dolarê Amerîkî pê bistanda. Lê niha bi wê 8 hezar û 500 lîreyî tenê dikare bi qasî 365 dolar bistîne. Wate 75 dolarê wî di nava 2 heftiyan de heliyaye.
Vê rewşê hikumeta nû ya Tirkiyê neçar hiştiye ku çend pêngavan biavêje. Ji wan jî zêdekirina mûçeyê kêmane.
Komîsyona Destnîşankirina Mûçeyê Kêmane bi vê armancê îro yekem civîna xwe saz dike.
Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz dibêje: “Weke ku me di soznameya xwe de gotibû em dê derbarê mûçeyê kêmane, karker û xanenişînan de di meha Temûzê de hinek xebatan bikin. Di vê çarçoveyê de me dest pêngavên xwe kirine. Hûn dizanin derbarê mûçeyê kêmane de amdekarî û civîn destpê dikin. Li vê derê 3 alî hene karker, karsaz û nûnerên hikumetê. Dê di navbera van hersê aliyan de gotûbêj destpê bikin. Em hêvî dikin ku ev hersê alî li ser xaleke hevbeş li hev bikin. Lê ez dixwazim vê yekê bibêjim perspektîfa me jî wiha ye, Serokkomarê me birêz Recep Tayyîp Erdogan ji roja ku hatiye ser desthilatê rê nedaye ku hêza kirînê ya welatiyan li hember enfilasyonê bihele û her demekê ligel karkeran bûye.”
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê sînorê birçûbûnê yê malbeteke 4 kesî 10 hezar û 36 lîre ye. Sînorê hejariyê yê heman malbatê jî 33 hezar û 752 lîre ye. Mûçeyê niha yê kêmane hezar û 530 lîre ji sînorê birçîbûnê kêmtir e.
Li gor Saziya Amaran a Tirkiyê enfilasyona salane di Gulanê de bo ji sedî 39,59 daketiye. Lê li gor saziya serbixwe ENAGê heman rêje ji sedî 109 e.
Rêjeya zêdekirina mûçeyê kêmane jî li gor amarên hikumetê yên enflasyonê tê diyarkirin.
Lê sendîkayên karkeran ji wan amaran bi guman in û daxwaz dikin ew mûçe li gor sînorê hejariyê û amarên rast ên enfilasyonê bê diyarkirin.
Nûnerê Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) yê Stenbolê Asalettin Arslanoglu jî got: “Mûçeyê kêmane û hemû mûçe nabe li gor amarên sexte yên enflasyona Saziya Amaran a Tirkiyê bên diyarkirin. Mûçeyê kêmane divê li gor asta sînorê hejariyê ji nû ve bê diyarkirin.”
Wezîrê Berê yê Ewlehiya Civakî û Kar a Tirkiyê Vedat Bilgin gotibû divê mûçeyê kêmane herî kêm 500 dolar be ku bi nirxê niha dike nêzîkî 11 hezar û 800 lîre. Lê Sendîkaya Karsazan dibêje divê li Tirkiyê mûçe ne bi pereyê biyanî bi lîreyê Tirkî bê diyarkirin. Sendîkayên Karekeran jî daxwaz dikin 2 mûçeyên kêmane bi qasî sînorê hejariyê be û li bendê ne ku ew mûçe herî kêm bo nêzîkî 17 hezar lîre bê zêde kirin. Ji bo mûçeyê nû yê kêmane çavê derdora 10 milyon karkeran li bazara di navbera van hersê aliyan de ye.