Li parêzgehên Sêrt û Bedlîsê dê li petrolê bigerin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Sêrt û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê dê heta 5 salan lêgerîna petrolê bê kirin.
Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hatiye belavkirin heta 5 salan dê li 4 parêzgehan lêgerîna petrolê hebe û ji wan 2 parêzgeh ên Bakurê Kurdistanê ne.
Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê heta 5 salan rûxset da Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ku dikare li parêzgehên Bedlîs, Sêrt, Antalya û Muglayê lêgerîna petrolê bike.
Biryar îro bi awayekî fermî hat belavkirin.
Li gorî biryarê dê li 2 qadan lêgerîna petrolê dest pê bike.
Yek qada lêgerînê 62 hezar û 336 hektar e û parêzgehên Antalya û Muglayê li xwe digire.
Duyemîn qad jî 30 hezar û 449 hektar e û parêzgehên Bedlîs û Sêrtê li xwe digire.