Mazot bi ser 45 lîreyan ket: Rekoreke nû ye

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî mazot careke din biha bû bi ser 45 lîreyan ket.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihabûn didome.

Her ku lîreyê Tirkî li beramberî dolar û diravên biyanî bêqîmet dibe, wekî gelek kelûpelên din mazot, gaz û benzîn jî biha dibin.

Mazot şeva borî careke din bi qasî 2 lîre û 55 qurûşan biha bû.

Piştî vê zemê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bihayên mazotê wiha ne:

Stenbol: 44 lîre û 12 qurûş

Enqere: 45 lîre û 6 qurûş

Îzmîr: 45 lîre û 23 qurûş

Cara ewil e ku bi ser 45 lîreyan dikeve

Bêqîmetbûna lireyê Tirkî jî li bazarên navxwe bihabûnên nû bi xwe re tîne û her ku diçe hêza kirînê kêmtir dibe.

Ev cara ewil e ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot bi ser 45 lîreyan dikeve.

Beriya hillbijartinên 14ê Gulana 2023yan lîtreya mazotê bi 18,58 lîreyên Tirkî bû.