Li Mêrdînê bi bihayê milyarek dolar kelûpel hatin hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê par bi bihayê 958 milyon dolarî kelûpel hinarde bûne.

Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mêrdînê bi berhemanîna berhem wek ar, savar û maqirne li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê rêjeyeke xwe ya zêde heye.

Ji xeynî van berhemên tekstîl, înşeat, kozmetîk û paqijiyê yên ku li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mêrdînê tên berhemanîn jî ji sedî 80yê wê bo welatên Rojhilata Navîn tên şandin.

Cîgirê Serokê Lijneya Rêveberiya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mêrdînê Nasir Duyan ragihand ku 140 kargehên çalak  ên li Herêma Pîşesaziya Organîze bi piranî berhemên wekî ar, savar, û her wiha alavên înşeatê berhem tînin.

Nasir Duyan her wiha got ku ji xeynî van 30 karageh jî hene ku li gorî demsalê, berhemanînê dikin û di wan kargehan de 6 hezar kes dixebitin.

Duyan eşkere kir ku li bajêr dê Herêma Pîşesaziya Organîze ya duyemîn were avakirin ku amadekariyên binesaziya wê jî li ber bidawîbûnê ne.

Cîgirê Serokê Lijneya Rêveberiya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mêrdînê got: “Hinardeya me li gorî par zêde bû. Ji sedî 33yê hinardeya ar, 23yê hinardeya savar û 10ê hinardeya maqirneyê yên Tirkiyê ji herêma me tê kirin. Me sala 2020an bi 904 milyon dolarî temam kir. Di sala 2021ê de jî bi bihayê 958 milyon dolarî hinarde hat kirin. Eeger em bi qapasîteya tam bixebitin, em dê bi hêsanî bigihîjin milyarek û 300 milyon dolarî.”